‛Dewleta Tirk nikare êrişên nû pêk bîne, lê armanca wê tevliheviyê pêk bîne’

Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek ji tevahî desteyên rêveber ên şaxî re li dar xist. Di civînê de pêşdeçûnên siyasî yên dawî û rewşa aborî ya li herêmê hatin nîqaşkirin. Li ser vê yekê Hemdan El-Ebid got: "Dewleta Tirk nikare êrişên nû pêk bîne, lê hedefên wê ji van gefan tevliheviyê li herêmê çêke."

‛Dewleta Tirk nikare êrişên nû pêk bîne, lê armanca wê tevliheviyê pêk bîne’
‛Dewleta Tirk nikare êrişên nû pêk bîne, lê armanca wê tevliheviyê pêk bîne’
‛Dewleta Tirk nikare êrişên nû pêk bîne, lê armanca wê tevliheviyê pêk bîne’
‛Dewleta Tirk nikare êrişên nû pêk bîne, lê armanca wê tevliheviyê pêk bîne’
‛Dewleta Tirk nikare êrişên nû pêk bîne, lê armanca wê tevliheviyê pêk bîne’
27 cotmeh, 2021   16:17
REQA

Civîn li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat lidarxistin, tê de Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevserokatiya Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid, Hamid El-Mihbaş û cîgirên wan, Hevserokatiya Meclisa Giştî Sîham Qeryo, Ferîd Etê û cîgirên wan, Meclisa Edaleta Civakî, meclisên qanûnsaz, hevserokên herêmên Efrîn, Cizîr û Firatê, rêveberiyên sivîl ên Minbic, Tebqa û Dêrazorê amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û li pêş dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir.

/ar/uploads/files/2021/10/27/141211_mdan-alabd.webp

Têkildarî nîqaşên ku di civînê de hatine kirin, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî û wiha got: "Ev civîn ji bo şîrovekirina rewşa siyasî ya li herêmê bi giştî, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin. Her wiha di civînê de encamên serdanên şandeya Rêveberiya Xweser û MSD’ê ji gelek paytextên derve re mîna Lundun, Washigton û Moskove hatin nîşqaşkirin."

El-Ebid wiha domand: "Di civînê de rewşa aborî ya li herêmê, bandorên qanûna Qeyser, pandemiya Korona û hin nuqteyên sereke yên girêdayî berjewendiya gel û welatiyan hatin nîqaşkirin. Ji ber ev rêveberî rêveberiya gel e."

El-Ebid ev tişt got: "Rewşa aborî ya îsal û çi pêşdeçûnên ku dê ji bo 2022’yan werin pêşniyarkirin hatin şîrovekirin. Dê ew yek jî li gorî pêşdeçûnên siyasî yên ku dê bandorê li ser rewşa aborî bikin pêk werin. Ji ber rewşa siyasî û aborî ji hev qut nabe."

El-Ebid da zanîn ku ji mijarên ku hatine nîqaşkirin ev mijar bûn, bi taybet rewa ewlehî û aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha li ser çawaniya dîtina çareseriyan ji krîza Sûriyê re jî hat nîqaşkirin. Em dikarin mijarên hatine nîqaşkirin ji gelê xwe ragihînin ku dewleta Tirk nikare êrşên nû pêk bîne. Ji ber armanca gefên wê tevliheviyê li herêmê çêke."

El-Ebid eşkere kir ku dewleta Tirk di biryarên xwe de tevlihev e, her wiha piştî 10 balyozxaneyên dewletan qewitandin, ji biryara xwe vekişî. Ev daxuyanî jî mîna her daxuyaniyekê ku car bi car dide ye."

Hemdan El-Ebid di dawiyê de behsa girîngiya serdanên herêmî û navneteweyî yên ji Rêveveberiya Xweser û yên Rêveberiya Xweser û MSD’ê ji derve re kir.

(fr)

ANHA