Hêzên hikumeta Şamê Termanîn toparan kir

Hêzên hikumea Şpamê bi mûşekan gundê Tirmanîn ê di navbera rojavayê Helebê û bakurê Idlibê de topbaran kir, di encamê de zarokek hat kuştin û 11 jin û zarokek birîndar bûn. Ev cara yekemîn e ku hêzên hikumeta Şamê ji destpêka agirbestê ve wê herêmê topbaran dikin.

Hêzên hikumeta Şamê Termanîn toparan kir
27 cotmeh, 2021   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), piştî peymana rûsî-tirkî ya têkildarî agirbesta li herêma "Bêçek" hêzên hikumeta Şamê bi mûşekên rûsî gundê Tirmanîn ê di navbera rojavayê Helebê û bakurê Idlibê de, tobparan kir.

Du top li derdora nuqteya artêşa Tirk a li herêmê ketin û topek li kampa Eramil û Eytam a herêmê ket, di encamê de li gorî daneyên destpêkê; zarokek hate kuştin û 11 jin û zarokek birîndar bûn.

SOHR`ê ragihand ku vê sibehê hêzên hikumeta Şamê, komên alîgirên wê û çeteyên Tirkiyê bi çekên giran û navîn li eniyên çiyayê Tirkmen ê gundewarê bakurê Laziqiyê bi hev ketin.

Çeteyan bi topên hawinê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên Orm El-Kubra yê gundewarê rojavayê Helebê hedef girtin, her wiha hêzên hikumeta Şamê jî deverên li Sifohin, Fetîra, Filêfil û Bara yên aliyê başûrê gundewarê Idlibê topbaran kirin.

(eh)