Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê: Sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê ya li rojhilatê Dêrazorê bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet sûcên vê dawiyê li dijî sivîlên Kobanê pêk anîne, helwesteke zelal nîşan bide.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê: Sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin
27 cotmeh, 2021   11:36
DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker di hefteya dawîn de li dijî sivîlên Kobanê pêk anîne û berdewamiya gefên wê yên ji bo dagirkirina Til Rifetê, daxuyaniyek da.

Endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê Rakan El-Salih daxuyanî xwend û hejmareke xizmên şehîdan beşdarê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi hovîtiya dewleta Tirk û zihniyeta wê ya paşverû ya Osmanî hate kirin ku destdirêjî û zêdegaviyên wê yên ji beriya salên dirêj ve û heta roja îro encama wê yekê ne.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku Tirkiyê naxwaze li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aramî û îstiqrar pêk were û li hembrî biratiya gelan û jiyana hevbeş a li herêmê ne rihet e, ji ber wê bi her awayî hewl dide herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk topan bi ser sivîlan de dibarîne û her cure rêbazên şerê taybet dimeşîne û li her herêmeke ku nekariye dagir bike ajan û xayinan belav dike.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li civaka navneteweyî hat kirin ku helwesteke zelal li hember sûcên dewleta Tirk nîşan bide da ku gel di nava aştiyê de bijîn.

(dx)

ANHA