Cemîl Bayik: Kurd bi yekbûna Sûriyê re ne, dewleta Tirk dixwaze dagirkeriyê berfireh bike

Hevserokê KCK`ê Cemîl Bayik da zanîn ku dewleta Tirk li derfetekê digere da ku dagirkeriya li Sûriyê berfirehtir bike. Bayik got ew bi yekitiya Sûriyê re ne û diyar kir ku divê koalîsyona kurdî û erebî li Sûriyê were parastin.

Cemîl Bayik: Kurd bi yekbûna Sûriyê re ne, dewleta Tirk dixwaze dagirkeriyê berfireh bike
27 cotmeh, 2021   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Nehar beşa duyemîn a hevpeyvîna bi hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik re weşand.

Beşa duyemîn a hevpeyvînê wiha ye:

Siyaseta Biden a li hemberî Kurdan heta niha zelal nebû. Moskov û Şam dixwazin hemû hêzên biyanî yên li Sûriyê vekişin. Em dizanin ku PKK jî li vir e. Gelo hûn xwe di nava wan hêzan de dibînin ku divê ji Sûriyê derkevin? Hûn ê ji Sûriyê derkevin?

Daxwazeke divê hemû hêzên biyanî yên li Sûriyê vekişin, daxwazeke rewa ye. Em bawer in di nava demê de dê ev tişt pêk were. Hêza herî biyanî û dagirker jî Tirkiye ye. Tirkiyê gelek qad dagir kirine. Heke konjonkturê jî guncaw bibînin dê hinek qadan wekî Hatayê (Lîwa Îskenderûn) dagir bikin.

Dema ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîn hate kirin, me beşeke hêzên xwe yên leşkerî yên li Tirkiyê şandin Kobanê. Bi sedan û hezaran ciwan ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xwe di ser têlan re avêt û çûn Rojava. Di têkçûna DAIŞ’ê de roleke girîng lîstin. Bi hezaran ji wan birîndar bûn û şehîd bûn. Piştî têkçûna DAIŞ’ê ji xeynî yên xwestin li wir bimînin, me hêza xwe ya leşkerî vekişand. Ew der jî welat û axa Kurdan e. Li bajarên Kurdan dimînin, di nav xweparastina Kurdan de cih digirin. Em nikarin ji wan re bi darê zorê bibêjin werin. Me hêzên girêdayî HPG’ê vekişandin û xwest werin. Hinek jê mane. Heke hûn dipirsin ku hûn ê wan vekişînin, êdî rewşa ku em talîmatê bidin wan, tune ye. Îradeya wan heye, ew bi xwe dizanin.

PKK wekî partiyeke marksîst tê pênasekirin lê ji aliyê din ve di îdeolojiya xwe de hinek guhertin çêkirin. Ji doza mafdar a gelê Kurd derbasî doza demokrasî û biratiyê bû. Çareseriya partiyê îro bi hebûna DYA’yê ya li Sûriyê têkiliya xwe heye. Ji bo vî tiştî fikra we çi ye, hûn çawa şîrove dikin?

Rast e ku PKK di destpêkirina xwe de partiyeke marksîst e. Lê beriya ku Sovyet ji hev belav bibe, rêber Ocalan rexne li sosyalîzma reel dikir. Piştî nîveka salên 1980’yî ev rexneyên xwe zêdetir kirin. Di sala 1990’î de di kongreya 4’emîn de ev rexne zêdetir kir. Rêber Apo bal bir ser vî tiştî ku di hilweşandina sosyalîzma reel de rola nirxandin û tespîtên şaş ên îdeolojîk û teorîk ên Marks, Engels û Lenîn jî hene. Bi lêhûrbûnên di dîlbûnê de, ev tezên xwe di çarçoveyeke îdeolojîk û teorîk û paradîgmayê de bi cih kirine. Heke îro rêber Apo xeteke xurt a sosyalîstbûna demokratîk bi dest xistibe, tevkariya girîng a fikrên wî hene. Lê rêber Apo ew derbas kirine. Bi hinek aliyên xwe rexne li tezên wan ên şaş ên îdeolojîk û teorîk girtine. Ji ber vê jî mirov rêber Apo û PKK’ê wek marksîst pênase bike, dê tu rastiyê îfade neke û cihê xwe negire. Heke dê pênaseyek were kirin, em jê re bibêjin apoîzm, em ê rastiyê bêtir îfade bikin.

Rêber Apo dewlet û sosyalîzmê wekî tiştên dijber nîşan dide. Dewlet wekî amûra serweran di dîrokê de cih girtiye. Divê êdî rêveberiyên demokratîk û bêdewlet derkevin holê. Jixwe bal tê birin ser vî tiştî ku azadiya jinan dê ji azadiya neteweyî û çînî girîngtir encamên dîrokî derxe holê. Fikrên wî yên di warê ekolojiyê de jî balkêş in.

Wî bawerî bi vî tiştî aniye ku azadiya Kurdan dê bi demokratîkbûna Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê pêk were. Bi feraseta neteweya demokratîk û bi teza biratiya gelan li ser vî tiştî disekine. Ji vî alî ve ne ku dev ji doza mafdar a Kurdan berde, lê nêzîkbûna wî ev e ku awayê bidestxistina mafan di feraseta netewedewletê de nabîne.

Çareseriya ku em li Sûriyê pêşniyaz dikin û li gorî me rast e, ne girêdayî hebûna DYA’yê ya li wir e, girêdayî lihevkirina Sûriye û Rêveberiya Xweser e. Hebûn, nêzîkbûna siyasî û pêşniyazên Rêveberiya Xweser, tê wateya lihevkirina li Sûriyê. Li Sûriyê ne israra di tiştên berê de û ne jî bi nêzîkbûna çeteyên ku Tirkiye alîkariyê didin wan dê aştî û îstîqrar pêk neyê. Lihevkirina Sûriye û Rêveberiya Xweser, dê bibe çareseriya ku hemû sûriyeyî qebûl bikin.

We berê jî diyar kiribû ku DYA di navbera we û Tirkiyê de qasidiyê dike. Piştî ku DYA cenabê te, Murat Karayilan û Duran Kalkan xistin lîsteya kesên ku li wan tê gerandin û ji bo girtina we xelat eşkere kir, ev pêşniyaza we hê jî didome?

Têkiliyên DYA û Tirkiyê baş in. Li ser Tirkiyê bandora wan heye. Heke bixwazin dikarin ji bo çareseriyê roleke erênî pêk bînin. Ji ber vê jî pêşniyaza me ya ku DYA dikare qasidiyê bike, didome. Heke DYA roleke wisa ya qasidiyê pêk bîne, dê ev tişt were wateya ku fikra xwe ya li ser PKK’ê guherandiye. Heke bibe qasid dê biryara wê ya li ser me, bê wate bibe. Ji ber ku dê di navbera rêveberiya ku her sê hevalên me jî tê de ne û Tirkiyê de bibe qasid. Dikare yekser di navbera rêber Apo û Tirkiyê de jî bibe qasid. Bi tirkî gotinek heye, dibêje armanc xwarina tiriyan e ne ku mirov li baxvan bide. Ji ber ku di dîlbûna Rêbertiya me de welatekî xwedî rol e, em ji DYA’yê dixwazin ku bila lêborîna xwe bixwaze. DYA bi vê lêborînê dikare tevkariyê li çareseriya doza Kurdan bike. Lêborînxwestineke wisa dê lêborînxwestina herî rast be.

Li gorî we dê li Sûriyê qedera rojhilatê Firatê çawa be? Daxwazên PKK’ê yên di vî warî de çi ne?

PKK alîgirê yekparetiya Sûriyê ye. Kurd li qadên ku lê ne, bibin xwediyê xwerêveberî û xweseriya demokratîk. Qebûlkirina perwerdehiya bi kurdî dê li ser esasê azadiya fikr û birêxistinkirinê, dê pirsgirêka demokrasî û rêveberiya herêmî çareser bike. Jixwe parastin, dîplomasî, aboriya giştî dê di bin berpirsyariya rêveberiya giştî ya Sûriyê de be. Heke rêveberiya herêmî ziman, çand, perwerde, tenduristî, xizmetên şaredariyê û ewlekariya hundirîn bigire ser milê xwe, ev tişt dê Sûriyê qels neke, berevajî wê dê xurttir bike. Sûriyeya demokratîk a ku Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, elewî, sunnî, durzî û hemû gel û baweriyên din karibin xwe lê îfade bikin, dê li Rojhilata Navîn bibe mînak. Dîrok û rastiya civakî ya Sûriyê xwedî potansiyel û hêza roleke wisa ye.

Em bawer dikin ku tifaqa Kurd û Ereban a li Sûriyê, dê ji bo Ereb û Kurdan jî dîrokeke nû bide destpêkirin. Sûriye li ser vî tiştî ava bûye. Divê tifaqa Kurd û Ereban were parastin û ev tişt li her derê were kirin. Ereb jî Kurd jî dê wisa xurt bibin.

Heke li Tirkiye di demeke nêzîk de eşkere bike ku ew vegeriyaye pêvajoya çareseriyê dê helwesta we çawa be? Ji bo Kurdên li Tirkiyê hûn çareseriyeke çawa dixwazin?

Tirkiye heta niha di wateyeke rastîn de neket nav pêvajoya diyalogê. Desthilata AKP’ê xwest sûdê ji sekinandina şer berde, ji bo ku desthilata xwe li ser pêyan bihêle û xurt bike, polîtîkaya eglekirinê meşand. Me jî raya giştî ya vê pêvajoyê amade dikir û em ketin nav hewldana ku em desthilata AKP’ê û dewletê bikeve nav pêvajoya çareseriyê. Lê hemû hewldanên me nekarîn gavan bi desthilata AKP’ê û dewletê bide avêtin. Dema ku dîtin gelê Kurd di gelek waran de xurt bû, vê carê Plana Têkbirinê amade kirin û dest bi êrişan kirin. A niha jî hemû armanca wan tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ye. Dizanin ku ji xeynî şer nikarin desthilata xwe li ser pêyan bihêlin. Ji ber vê jî AKP vî şerî dê nede sekinandin û dê nekeve pêvajoya diyalogê. Bê guman heke bibêjin em ê şer bidin sekinandin, girtiyên siyasî berdin, bi diyalogê pirsgirêkê çareser bikin, vê pirsgirêkê bibin meclisê û çareser bikin, em ê jî bersiveke erênî bidin.

Di pirsgirêka Kurdan de lêgerîna me ya çareseriyê ya wekî dewlet û dewletokan tune ye. Rêber Apo gelek caran ji bo xweseriya demokratîk nexşerê pêşkêş kir. Formula dewlet+demokrasî pêşniyaz kir. Dibe ku dewlet li Kurdistanê hebe. Lê divê demokrasiya gelê Kurd, xweseriya demokratîk û xwerêveberiya gelê Kurd jî were naskirin.  Divê hebûna Kurdan di makeqanûnê de were misogerkirin, li ser vî esasî li ser bingeha azadiya ziman, çand û nasnameyê divê xwerêveberî were naskirin. Em ji bo yekparetiya Tirkiyê û ji bo fikarên wê yên di warê siyasî de ji holê rakin, em dikarin li hev bikin. Lihevkirina me ya Tirkiyeyeke dixwaze demokratîk bibe, dê ne zehmet be.

Tê gotin car caran di navbera kadroyên çepgir ên di nav partiyê de û kadroyên lîberal ên sempatîzanên Rojava û DYA’yê de têkoşînek çêdibe. Di heman demê de tê gotin di navbera endamên komîteya serokatiyê ya ku rêveberiya bilind a partiyê ye, cihêtiyên mezin hene. Sedema van cihêtiyan çi ye? Ev rewş ji bo bingeha partiyê, pêkanîn û domandina wê çi qasî xetere ye?

Çavkaniya nûçeyên wisa dewleta Tirk e. Di tevgereke siyasî de ya li ser xeta rêber Apo, bêdengkirina fikrên cihê û yekdengî tune ye. Bê guman xeteke îdeolojîk û siyasî heye. Lê di warê pratîk de fikrên cihê derdikevin holê. Rewşeke wisa tune ye ku em Rojava bi rê ve bibin. Di nav rêveberiya Rojava de, di nav meseleyên pratîk de heke fikrên cihê hebin, ev nayê wateya ku di navbera wan de pirsgirêk heye. Em ne bawer in li Rojava ji xeynî xeta îdeolojîk û polîtîk a rêber Apo de fikreke îdeolojîk û siyasî were parastin. Gel, ciwan û jinên Rojava girêdayî rêber Apo ne. Ev girêdan û hêz her cure meyla şaş wê rast bike. Di hin kadroyên Rojava de meylên şaş hebin jî ne mimkun e ku ev tişt bandorê li rewşa giştî bike û ev tişt bibe fikra siyasî ya giştî. Em hin fikrên cihê wekî tiştekî bixisar nabînin. Heke fikra hemû kesan wekî hev e, li wir polîtîka û fikr bi pêş ve naçe. Li Rojava di meseleyên cihê de heke fikrên wan ên cihê hebin, ev tişt wan eleqedar dike. Lê heta niha cihêtiya fikran a ku dikare bibe pirsgirêkeke mezin, negihiştiye me.

Komîteya Rêveber a PKK’ê, Konseya Rêveber a KCK’ê, rêveberiyên PAJK û KJK’ê, rêveberiya ciwanan û Biryargeha Navenda Parastina Gel hêza me ya rêveberiyê ye. Ev saziyên birêxistinkirinê, xwedî berpirsyarî ne. Her rêxistin civîna xwe dike, li gorî qada xwe ya xebatê biryaran dide. Biryarên siyasî ji aliyê rêveberiyên KCK û KJK’ê tên dayîn û dikevin pratîkê. Fikrên cihê di civînên PKK, PAJK, KCK û KJK’ê de tê nîqaşkirin, ya ku dibe biryar ji aliyê avadaniyên me yên rêxistinê ve tên pêkanîn. Di warê pêkanîna xeta îdeolojîk û polîtîk de, em nabêjin bila tu fikrên cihê tune bin. Her fikr di civînan de bi hêsanî tê gotin û biryareke hevpar tê dayîn. Heke di warê xeta îdeolojîk û polîtîk de, cihêtiya fikran hebe, ew dibe veqetandin lê ji bo tevgera me rewşeke wisa tune ye. Her heval girêdayî xeta îdeolojîk û polîtîk a rêber Apo ye. Di dokumanên rêber Apo de yên ku di nava 23 salan de amade kirine, xeta îdeolojîk û polîtîk zelal e. Hêzên derve dixwazin di nav PKK’ê de tiştên wisa bibînin, dewleta Tirk vî tiştî dixwaze. Lê PKK bi qasî 50 sal e tecrubeya wê ya rêveberiyê heye. Xwedî hêza rêveberî û îradeya çareserkirina her cure pirsgirêkan e.

Polîtîkayên 10 salên dawîn ên desthilata AKP'ê kir ku gelek paytextên Ereban ên berê PKK red dikir û Enqere dibin dijminê hev. Gelo partiya we PKK ji bo dagirtina vê valahiyê dê nekare têkiliyeke germtir bi van paytextan re deyne?

Em tevl li vê rexneya we dibin. Me tifaqa Ereb û Kurdan ji xwe re kir armanc. Ev yek jî her carê bi lêv kir. Me perspektîfa vê hem ji karên dîplomasiyê hem jî ji yekîneyên pêwendîdar re ragihand. Hin pêşketin çêbûn. Lê belê bi qasî derfetan û firsendan pêşketinek nehate afirandin. Ji bo tifaqa Kurd-Ereb zemîneke xurt a dîrokî heye. Rêber Apo dema li Lubnan, Sûriye û Rojava bû di vê mijarê de bingeheke xurt afirand. Niha jî kir xwedî çarçoveyeke teorîk. Me nekarî vê zemînê baş bi kar bînin. Lê belê welatên Ereban jî têkiliya Kurd-Ereban û tifaqa wan têra xwe girîng nedît. Li Iraqê çareseriya pirsgirêka Kurd di asteke girîng de pêk hat. Em di wê baweriyê de ne ku dê li Sûriyê jî pêk were. Ev jî ew zemîn in ku dê tifaqa Kurd-Ereban xurt bike. Ji bilî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tu ajandayeke me ya veşartî nîn e. Em lêgerînên li dewletê rast nabînin ku zemînê dide şer û pirsgirêkên nava gelan. Em ji xwe re dikin esas ku li ser bingeha demokratîkbûnê ji pirsgirêka Kurd re çareseriyeke mayînde û ewle peyda bikin. Li gorî me avakirina jiyaneke demokratîk û azad divê di nava avakirina dewletê û destnîşankirina sînoran de neyê dîtin.

Bê guman hem li Iraqê hem jî li Sûriyê di xurtkirina yekitiya Kurd-Ereban de em dixwazin hêzên siyasî yên Kurd çalaktir bin. Kurd jî, Bexda û Şam jî bila nêzîkatiyên neteweperest ên teng ji holê rakin. Ji ber ku bingeha tifaqa Kurd-Ereban di serî de li Iraq û Sûriyê tê danîn. Ev jî dê rewşa Rojhilata Navîn biguherîne.

Yekane hêza ku pêşî li xeyalên dewleta Tirk ên Osmaniya Nû bigire, tifaqa Kurd-Ereban e. Polîtîkayên 19 salan ên desthilata AKP-MHP'ê ev rastî nîşanî Kurdan û gelê Ereb daye.