Jinên Efganistanê li Kabulê xwepêşandan kir

Tevgera jinên Efganistanê ya bi navê "Tevgera spontane ya jinên aktîvîst a li Efganistanê" li paytext Kabûlê xwepêşandanek li dar xist û bêdengiya civata navneteweyî şermezar kir.

Jinên Efganistanê li Kabulê xwepêşandan kir
26 cotmeh, 2021   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinan dowîzên bi nivîsa "Çima cîhan bi bêdengî li benda mirina me ye?", "Mafê perwerdeyê" û "Mafê xebatê" hildan.

Çalakgeran diyar kirin ku xizanî her roj bandoreke hîn girantir li welêt dike, zarok dimirin, mêr nikarin kar bibînin, mirov xwe dikujin û cîhan jî li pêşberî van bêdeng e.

Di dema çalakiyê de daxuyaniyek hate dayin û pirsa, "Gelo wê jin heta kengî li malê girtî bimînin û çima kes dengê xwe li vê yekê ranake?" hate kirin.

Çalakgeran di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin daxwazên jinan ên ji bo perwerde û kar.

Hêzên ewlekariyê yên Talîbanê nehiştin ku rojnamevan xwe nêzî çalakiyê bikin.

Ji meha Tebaxê ma desthilatdarîbûna Talîbanê û vir ve lidarxistina çalakiyan qedexe ye.

Li gel vê qedexeyê jî jin her hefte bi rêk û pêk çalakiyan dikin û daxwazên xwe tînin ziman.

Hefteya derbasbûyî roja Pêncşemê derdora 20 jinan saet û nîvekê çalakî kiribûn û rojnamevanên ku ev çalakî dişopandin bûn hedefa êriş û tundiya Talîbanê.