Rojnameyên erebî: Dosyaya Sûdanê li ser maseya NY`yê ye 

Rojnameyên erebî vê sibê der barê rewşa Sûriyê, Iraqê û Sûdanê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Dosyaya Sûdanê li ser maseya NY`yê ye 
26 cotmeh, 2021   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PIŞTÎ HEVDÎTINA PÛTÎN Û BENNETT ÎSRAÎLÊ GUNDEWARÊN QUNAYTERAYÊ KIRIN HEDEF’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivisî: “Artêşa Îsraîlê piştî hevdîtina serokwezîrê Îsraîlê Navalty Bennett û serokê Rûsyayê Valdimîr Pûtîn a li Soçiyê ji bo nîqaşkirina hebûna Îranê li Sûriyê bi çend rojan, sibeha duşemê herêmên Hizbullahê yên li gundewarên Qûnayterayê yên Colanê bombebaran kirin.

Bennett ragihandibû ku wî û Pûtîn di civîna dawîn a li Soçiyê de gihaştine lihevkirinên baş û aram. Lê lihevkirina têkildarî koordîneyê di mijara hebûna Îranê li Sûriyê de diyar kir ku hinek guhertin tê de çêbûne. Bennett piştî ku gihaşt Til Avîvê got: “Serok Pûtîn pêdiviyên ewlehiyê yên Îsraîlê guhdar kirin. Hevdîtin gelekî baş bû. Me rewşa li Sûriyê gotûbêj kir. Em dizanin ku Rûs li sînorên me yên bakur bûne cîranên me. Gelek girîng e em mijarên hesas û girêk bi hêsanî û bê kêmasî çareser bikin.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duşemê balafireke Îsraîlê bi du moşekan nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê û hevalbendên wê li derdora bajarê Baas û gundê El-Kirûm ên parêzegeha Qûnayterayê kiribûn hedef. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA) ragihand ku Îsraîlê sibeha duşemê êrişek pêk aniye. Ajansê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî Wezareta Karên Derve, got: “Sûriye maf û karîna xwe ya bersivandinê û rêgirtina li pêşiya dijberiya desthilata dagirker piştrast dike.”

SOHR`ê duh got wê wêneyên hin belavokan bi dest xistine ku tê gotin balafirên Îsraîlê li seranserê sînorên bi Colanê re li herêma Qeris El-Nefel li nêzî bajarokê Heder ê gundewarên Qûnayterayê belav kirine.

Belavok hêzên hikumeta Şamê hişyar dike ku bi Hizbullaha Lubnanê re nede û nestîne. Her wiha gef li hêzên hikumeta Şamê hat xwarin ku alîkariya Hizbullahê nekin ku dê di encamê de gelek tiştên nebaş pêk werin.”

‘HEŞDÎ ŞABÎ GEFA DERBEYEKÊ XWAR HEKE PARA XWE DI HIKUMETA BÊ DE MISOGER NEKE’

Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Çavkaniyên siyasî yên Iraqê got gefên ku komên Heşdî Şabî têkildarî encamên hilbijartinan xwarine, cidî ne. Dibe ku asta gefan derbas bike, heke encamên ji nû ve hejmartina dengan ne li gorî Heşdî Şabî bin û para ku dixwest misoger nekin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çekdarên Heşdî Şabî amadekariya girtekên din dikin mîna lidarxistina xwepêşendanan û dibe ku bi derbeyekê bi dawî bibin. Heşdî Şabî ji bo daxwaza xwe pêk bîne û rewşê aloztir bike hêza xwe ya ji 180 hezar endamî pêk tê, hêzên El-Demic ên girêdayî wê ku di saziya leşkerî de ne, li rex bi hezaran endamên girêdayî partiyên alîgirên Îranê ku tev li şaxên cuda yên hêzên çekdar hatine kirin, bi kar bîne.

Heman çavkaniyan diyar kir ku derbe dê ne klasîk be ku di encamê de dest deyne ser desthilatê, lê belê dê bi rêya derxistina rewşeke aloz ku çareseriya siyasî asteng bike, pêk were.

Komseriya Hilbijartinan dengên 300 navendan ji nû ve dihejmêre. Lê li gorî pêşbiniyan dê tu guhertineke mezin di binkeftina milîsên Heşdî Şabî û partiyên girêdayî wê de çênebe.

Rayedarên Şepela El-Sedr got: “Dijberan ji bîr kir ku hikumeta wan a berê ji ber xwepêşandanan bi bin ket. Xwepêşendêran navendên partiyan şewitandin. Niha jî dibêjin divê ji hejmara kursiyên ku bi dest xistine, zêdetir bi dest bixin. Ji aliyê mentiqê ve ev ne gengaz e.”

‘ÎRO MECLISA EWLEHIYÊ TÊKILDARÎ SÛDANÊ CIVÎNEKE AWARTE LI DAR DIXE’

Girêdayî rewşa Sûdanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li gorî AFP`yê ku agahiyên xwe dispêre dîplomatan, Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê li ser daxwaza 6 dewletên rojavayî îro piştî nîvro civîneke awarte û girtî têkildarî Sûdanê li dar dixe.

Li gorî heman çavkaniyan civîn li ser daxwaza Brîtanya, Îrlanda, Norwêc, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Estonya û Fransayê li dar dikeve.

Nûnerê NY`yê yê ji bo Sûdanê Volker Perthes demeke berê di civînek çapemeniyê de bi rêya dîmen ji Xertûmê ji rojnamevanên li New Yorkê re axivî û got li gorî pêşbiniyên wî dê rewşa nû li Sûdanê îro li Meclisa Ewlehiyê were nîqaşkirin. Volker Perthes got ew hêvî dike ku endamên meclisê careke din bibin yek.

Dîplomatan diyar kir ku endamên Meclisa Ewlehiyê hewl didin ji şirîkên xwe bixwazin ku daxuyaniyeke hevbeş derxin bêyî ku derbeyê şermezar bikin."

 (şx)