Oldarên misilman û xiristiyan banga radestkirina cenazeyên şehîdan kir

Endamên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, Kombûna Olan û Nivîsgha Ol û Baweriyan got erkeke mirovî ye ku PDK cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike da ku bi merasîmên layiqî fedakariyên wan bên veşartin.

Oldarên misilman û xiristiyan banga radestkirina cenazeyên şehîdan kir
26 cotmeh, 2021   07:39
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Şêniyên herêma Cizîrê, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, saziyên ol û baweriyan ên li dergeha Sêmalkayê xwepêşandanê li dar dixin, banga radestkirina cenazeyan kir. Lê ruxmî wê jî PDK guh nade bangewaziyên wan û cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî radestî malbatên wan nake.

Nivîsgeha Ol û Baweriyan û Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a herêma Cizîrê li dergeha Sêmalka xwepêşandan kir, helwesta PDK`ê û radestnekirina cenazeyên şehîdan ji malbatên wan re şermezar kir.

Di vê derbarê de, ajansa me bi hevserokê Meclisa Şêwira Îslamî Mihemed El-Qadirî re hevpeyvînek çêkir. El-Qadirî got: “Divê hurmeta şehîdên me bigirin. Wekî mafekî biratiyê û mirovî û wijdanî, em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku cenazeyên her du şehîdan radestî malbatên wan bikin da ku ji aliyê malbat, xizmên xwe û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve li goristana şehîdan bi merasîmên layiqî fedakariyên wan bên veşartin.”

El-Qadirî wiha dewam kir: “Tevahî şêniyan û saziyan bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir û got heke wan wate bida nirxên biratiyê û mirovahiyê, diviyabû cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan kiribana. Ji ber ku tevahî ol qîmetê didin şehîdan. Bi taybet yên îdia dikin ku nûnertiya gel dikin û daxwazên gelê xwe bih cih tînin, divê vê yekê bikin.”

Hevserokê Meclisa Şêwirê ya Îslamî Mihemed El-Qadirî, ev bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kir: “Dengê me guhdar bikin, ji bo bicihanîna daxwazên gel gavên wijdanî û şoreşgerî biavêjin.”

Endamê Nivîsgeha Ol û Baweriyan a li Amûdê û nûnerê pêkhateya xiristiyan Dawûd Ebid El-Ehed jî axivî û wiha got: “Em li vir xwepêşandanê li dar dixin, ji ber ku şehîdên me li Başûrê Kurdistanê hene. Divê cenazeyên wan şehîdan radest bikin. Li gorî Pirtûka Pîroz, mirov li cem Xwedê pîroz in, cenaze jî wiha ne û divê radestî xwediyên wan bên kirin.”

Ebid El-Ehed diyar kir ku lîstina bi cenazeyan, heqaret e û nabe ku cenaze bên girtin û neyên dayîn û wiha lê zêde kir: “Divê rêz li cenazeyan bê girtin. Heta di qanûnan de jî lîstina bi cenazeyan sûcekî mezin e. Girtina cenazeyan jî  sûcekî pir mezin e, ji ber ku cenaze li cem xwedê û li cem mirovan jî xwedî qîmeteke mezin in.”

Ebid El-Ehed di dewama axaftina xwe got: “Heta cenazeyê pêxember Yûsif birin Filistînê, ji ber ku cenaze pîroz in û divê li cihekî guncaw bên veşartin.”

Ebid El-Ehed xwest ku doza cenazeyan nebe mijareke siyasî û berjewendiyên şexsî, ji ber ku dayikên şehîdan li benda cenazeyên zarokên xwe ne û got: “Ji lew re, daxwaza me radestkirina cenazeyan e.”

 (cx)

ANHA