Seqir Xelîl êrişên dewleta Tirk li dijî cihên olî şermezar kirin

Endamê Komîteya Olî ya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Seqir Xelîl êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser cihên olî şermezar kirin û da zanîn ku dagirker îslamê weke perde ji bo pêkanîna planên xwe bi kar tîne.

Seqir Xelîl êrişên dewleta Tirk li dijî cihên olî şermezar kirin
26 cotmeh, 2021   07:13
HESEKÊ

Endamê Komîteya Ol a girêdayî Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya navçeya Til Temirê Seqir Xelîl da zanîn ku deweta Tirk a dagirker bi navê ol 3 caran mizgefta gundê Tewîle, mizgefta Dirdara û avahiyên perwerdê yên li herêmê topbaran kirin.

Xelîl wiha domand: "Dagirkeriya Tirk bi navê îslamê pêkanîna sûcan ji xwe re rewa kiriye, xwedê cîran li cîran wesiyet kiriye, lê dewleta Tirk rêzê ji cîratiyê re nagire û li pêş çavên cîhanê ajandeyên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne."

Xelîl bal kişand ser sûcên şer ku dewleta Tirk bi rêya hedefgirtina binesaziya bajêr û cihên pîroz pêk tîne û wiha anî ziman: "Dêr, perestgeh, avahiyên perwerdê û sivîl ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, bêyî rêz ji cihên pîroz re werin girtin, tên hedefgirtin. Dewleta Tirk bi navê ola îslamê van sûcan berdewam dike."

Xelîl ev tişt got: "Erdogan hewl dide olê wekî rêbazeke siyasî bi kar tîne da ku serdema Osmanî vgerîne. Dewleta Tirk dewleteke dagirker e, bêyî cudatî tevahî pêkhate û pîroziyan hedef digire û dixwaze van herêman dagir bike."

Di dirêjahiya axaftina xwe de Xelîl ev pirsî: "Mizgeft û dêr ji bo îbadetiyê hatin avakirin, gelo çima misliman perestgehan hedef digire. Lê şerîeta îslamê hilweşandina mizgeft, dêr û tevahî avahiyên giştî heram dike. Dewleta Tirk a dagirker goristana şehîdan a li Til Şenan a asûrî jî topbaran dike. Di van êrişan de dagirkerî îslamê wek perde ji bo pêkanîna berjewendî û planên xwe li herêmê bi kar tîne."

Xelîl got: "Erdogan û çeteyên wî me koçber kirin û zilm li me kirin û tevahî mafên mirovahiyê bin pê kirin."

Seqir Xelîl di dawiyê de bang li cîhanê û oldaran kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî cîhana îslamê û tevahî pêkhateyan rawestîne.

(fr)

ANHA