Du sal di ser kuştina El-Bexdadî re derbas bûn, lê hîna jî gefên terorê hene

Du sal di ser kuştina sereteyê DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî re derbas bûn û zêdetirî du salan di ser binkeftina DAIŞ'ê li Sûriyê û Iraqê re derbas bûn. Lê belê hîna jî tevegera DAIŞ'ê heye û li herêmên Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirine, zêde dibe. Çareserî çi ye?

Du sal di ser kuştina El-Bexdadî re derbas bûn, lê hîna jî gefên terorê hene
26 cotmeh, 2021   06:21
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ-EMANÎ EZAM

Tevî ku serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî hatiye kuştin, lê tevgera şaneyên DAIŞ`ê li gelek herêmên Sûriyê û Iraqê zêde bûne. Gelek alî jî piştgiriyeke mezin didin wê di serî de dewleta Tirk.

Sala 2014`an çeteyên DAIŞ`ê bi lez li gelek herêmên girîng û fireh ên Sûriyê û Iraqê belav bûn. Gelek pirsnîşan têkildarî vê belavbûna bilez û kontrolkirinê çêbûn. Ji ber ku ne gengaz e ku di şev û rojekê de wisa derkeve û belav bibe.

Bi demê re diyar bû ku têkiliyek di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de heye. Di navbera her duyan de, têkiliyên aborî yên mezin û hevkariyeke bazirganî ya xurt di warê petrolê de çêbûn. Ev têkilî gihaşt wê astê ku dezgehên çapemeniyê yên cîhanê kurê serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan Bîlal bi wezîrê petrola DAIŞ`ê bi nav bikin. Ji ber ku roleke mezin di bazirganiya petorlê de lîst ku DAIŞ`ê ji herêmên dagirkirî yên Sûriyê desteser kir.

DAIŞ`ê ji derbasbûna bi hezaran çeteyên biyanî ji Sûriyê re bi rêya sînorên Tirkiyê sûd wergirt û ev çete di navbera DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra de parçe bûn.

Di gelek raporên istixbaratî û çapemeniyê de ev yek hat piştrastkirin. Malpera Nordic Monitor a siwêdî ya pisporê karûbarên istixbaratê, du rapor weşandin. Tê de hat destnîşankirin ku ajansa istixbaratê ya leşkerî ya Amerîkayê di Hezîrana 2016`an de di raporeke veşartî de eşkere kir ku dewleta Tirk û Qeter piştgiriya Cebeht El-Nusra û DAIŞ`ê dikin.

Rapora veşartî koordîneya di navbera istixbarata dewleta Tirk û komên tundraw yên li Sûriyê bi taybet DAIŞ û Cebhet El-Nusra de eşkere kir. Tê de hûrguliyên rewşa çeteyên sereke yên li Sûriyê bi Cebhet El-Nusra re hatine diyarkirin ku ji 10 hezar û 400 çeteyan pêk tê.

Di rapora Nordic Monitor de hat destnîşankirin ku Cebhet El-Nusra ya ku paşê navê xwe guhertiye û kiriye Heyet Tehrîr El-Şam peydakirina alavan û tora hêsankirina derbaskirina lojistîk û ceblixaneyê parast. Lê di raporê de hat piştrastkirin ku têkiliya herî nêz di navbera Tirkiyê û DAIŞ`ê de ne.

Hûrguliyên di vê raporê de hatine bibîrxistin, hûrguliyên di raporeke berê ya saziyên istixbaratê yên Holandayê de piştrast dikin ku DAIŞ`ê xaka Tirkiyê ji bo perwerdekirina çeteyan wek baregeheke stratejîk bi kar anî. Li rex wê jî bi rêya xaka Tirkiyê bi hezaran çeteyên girêdayî DAIŞ`ê derbasî Sûriyê û Ewropayê bûn.

Ji nava hûrguliyên ku di raporê de hatine bibîrxistin, ew e ku endamên istixbarata dewleta Tirk bi awayekî asayî bi DAIŞ`ê re diciviyan. Di wan civînan de perspektîfên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji DAIŞ`ê re dihatin ragihandin. Her wiha gelek raporên din ev yek piştrast kirin.

Kovara Der Spiegel a Alamanyayê belgeyên fermî belav kirin ku tê de îsbat dibe ku dewleta Tirk ji bo derbasbûna endamên DAIŞ`ê dewleteke transît e.

Kuştina El-Bexdadî ev têkilî îsbat kir; El-Bexdadî li herêmeke Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kiriye hat kuştin. Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 23`yê Adara 2019`an, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê rizgar kir, piraniya çeteyan ber bi herêmên ku dewleta Tirk li Sûriyê dagir kirine ve, reviyan.

Li gorî agahiyên istixbaratî ku bi rêya koordîneya bi QSD`ê re hatine bi destxistin, Amerîkayê di 26`ê Cotmeha 2019`an bi operasyonekê li dijî "herêma bêçek "ku serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî xwe tê de veşartibû, kuşt. Ev herêm ji aliyê nuqteyên çavdêr ên dewleta Tirk ve tê bi rê ve birin.

Di buyereke nû de ku piştgiriya dewleta Tirk a ji terorê re îsbat dike, roja înê serçeteyên El-Qaîde Ebdulhemîd El-Meter di êrişeke hewayî ya Amerîkayê de li herêma Silûkê hat kuştin. Ev herêm jî di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de ye. Li gorî fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM), operasyon dê bandorê li karîna rêxistina terorîst ya pêkanîna êrişan bike.

Pentagonê roja înê ragihand ku serçeteyekî El-Qaîde di êrişeke hewayî ya Amerîkayê de li Sûriyê hatiye kuştin.

Ev derbe piştî du rojan li ser êrişa li dijî baregeha li başûrê Sûriyê pêk hat ku Koalîsyona Navneteweyî jê têkoşîna li dijî DAIŞ`ê bi rê ve dibe.

Di dawiya Îlonê de Pentagonê serçeteyê navdar ê El-Qaîdayê li Sûriyê Selîm Ebû Ehmed di operasyoneke hewayî de li nêzî Idlibê kuşt.

ÇIMA ÇETEYÊN DAIŞ`Ê LI HERÊMÊN DI BIN SERWERIYA DEWLETA TIRK DE KOM DIBIN?

Sedema belavbûna çeteyên DAIŞ'ê li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de ku gumanan li gel çavdêran çêke ku dewleta Tirk xwediyê terorê ye û destekê dide wan. Çavdêran pirsa kuştina her du serçeteyên rêxistinên terorîst û DAIŞ`ê li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk kir.

Têkildarî mijarê lêkolîner û pisporê karûbarên tevgerên Îslamî û terora navneteweyî Mûnîr Edîb diyar kir ku dewleta Tirk komên tundraw diparêze û li herêmên di bin serweriya wê de vê parastinê ji wan re peya dike."

`DEWLETA TIRK DI DESTEKDAYÎNA DAIŞ`Ê DE XWEDÎ ROLEKE MEZIN E`

Mûnîr Edîb wiha domand: "Ji ber parastina ku Enqere ji van rêxistinên radîkal re peyda dike, rexneyên navneteweyî jê re hene û rola wê di destekdayîna van rêxistinan de eşkere kir. Ji ber vê jî em dibînin ku her demekê dixwaze ji cîhanê re diyar bike ku ew şerê van rêxistinan dike. Ev operasyonên ku li wir pêk tên, rola xurt a dewleta Tirk bi van rêxistinan re nexasim ku ev herêm di bin serweriya wê de ne, piştrast dike."

Dewleta Tirk idîa dike ku ew şerê çeteyên DAIŞ`ê dike û dixwaze cîhanê bi vê yekê bide îqnakirin. Lê hemû rastî destekdayîna xurt ku dewleta Tirk ji DAIŞ`ê re dike ku wan li herêmên ku dagir kirine diparêze. Kuştina serçeteyê DAIŞ`ê li wan herêman îsbata destekdayîn û parastina van terorîstan e.

7`ê Tebaxa 2014`an serokê Amerîka di wê demê de Barack Obama dest bi şerê li dijî DAIŞ`ê li Iraqê kir û ev jî bi rêya pêkanîna êrişan bû. Di 10`ê Îlonê de fermana pêkanîna êrişan li Sûriyê da û paşê koalisyon ku ji zêdetirî 20 dewletan pêk tê, hate avakirin.

9`ê Kanûna 2017`an serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî bidawîbûna şerê li dijî DAIŞ`ê, piştî 3 salan ji şer û revandina çeteyan ber bi derveyî welat, ragihand.

23`yê Adara 2019`an QSD`ê piştî ku Baxoz a rojhilatê Sûriyê rizgar kir, têkçûna DAIŞ`ê ragihand.

Tevî vê yekê jî QSD`ê, artêşa Iraqê û hêzên Koalisyona Navneteweyî teqez kir ku DAIŞ`ê hê jî xeteriyekê li ser cîhanê çêdike.

Bi dawîbûna serweriya DAIŞ`ê li ser xakên ku berê xwe lê bi cih kiribûn re, serçeteyên wê li herêmên din ên Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kiriye, kom bûn. Ev jî îşaretê bi xeteriya vegera çalakbûna DAIŞ`ê û avakirina wan kesan ji komên weke DAIŞ`ê û bi navên cuda, dike.

Girêdayî mijarê Mûnîr Edîb ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk hewl dide ji cîhanê re xuya bike ku di kuştina van rêxistinan de li herêmên ku dibe ku di bin serweriya wê de be bi ser ket. Lê ya nêzî rastiyê ku ew parastineke mezin ji wan peya dike û ev parastin di bingeha xwe de girêdayî herêmên di bin serweriya Enqereyê de ne."

Edîb wiha axaftina xwe domand: "Dewleta Tirk ne tenê destekê dide komên tundraw û radîkal, lê belê mûxalefet û dijberên xwe yên siyasî tewanbar dike. Lê belê rastiya dewleta Tirk, siyaseta wê, destekdayîna wê ji projeya Îslama siyasî re û ji rêxistinên tundraw û radîkal re, her ku diçe eşkeretir dibe. Dewleta Tirk li şûna ku xwe ji van tewanan biparêze, siyasetê bi kar tîne. Dijberên xwe tewanbar dike ku destekê didin van rêxistinan. Ev siyaseta dewleta Tirk e û ji destpêka ku Erdogan bûye serok ve, ev siyaset tê naskirin."

DESTEKDAYÎNA DEWLETA TIRK JI TERORÊ RE ASTENGIYEK LI PÊŞIYA TUNEKIRINA WÎ YE

Derbarê bandora sîwana dewleta Tirk ji terorîstan re li ser tunekirina terorê Edîb ev tişt got: "Piraniya komên tundraw û radîkal destekeke mezin ji Tirkiyê werdigrin û sîwanek ku tê de parastina xwe dikin e. Ev encama gelek sedeman e. Ji ber vê jî xebatên tunekirina terorê gelek caran rastî astengiyan tê. Ji ber ku destekdayîna hin dewletan nexasim dewleta Tirk ji van rêxistinên terorîst re hêzê dide van rêxistinên terorîst  û dibe sedem ku rêbazên tunekirina terorê lewaz bibe."

Di çarçoveya tişta ku ji hêzên navneteweyî tê xwestin ku li hember siyasetên dewleta Tirk bisekine, Mûnîr Edîb wiha axivî: "Rola civaka navneteweyî di şerê li hember van rêxistinan de, mezin e. Ev rola mezin divê were xurtkirin û li hember dewletên ku destekê didin komên tundraw û radîkal helwest bên raberkirin. Bêyî destekdayîna dewletan ji van rêxistinan re mirov nikare li hember rêxistinên radîkal derkeve. Ez texmîn dikim ku dewleta Tirk ji girîngtirîn dewletên ku destekê dide projeya Îslama siyasî û destekê dide rêxistinên tundraw e."

Lêkolîner û pisporê karûbarên tevgerên Îslamî û terora navneteweyî Mûnîr Edîb bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê yekê jî divê civaka navneteweyî di rastiya şerê li dijî rêxistinên tundraw û radîkal de cidî be. Divê li hember dewletên ku destekê didin wan rêxistinan û bi taybet dewleta Tirk, helwestên cidî nîşan bidin."

(şx – bx)

ANHA