Kurdiyar Dirêî: Radestnekirina cenazeyên şehîdan karekî derveyî çanda Kurdewariyê ye

Kurdiyar Dirêî nerazîbûn nîşanî kiryarên PDK'ê da ku cenazeyên gerîlayên şehîd radestî malbatên wan nake û got: "Divê partî û tevgerên Kurd berê çeka xwe bidin dijmin."

Kurdiyar Dirêî: Radestnekirina cenazeyên şehîdan karekî derveyî çanda Kurdewariyê ye
26 cotmeh, 2021   02:07
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Ji çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka yê di navbera sînorê Rojava-Başûr de, hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî îsrara PDK`ê ya radestnekirina cenazeyên gerîlayên ku di encama kemîna li Xelîfanê de şehîd bûne, şermezar kir.

Li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, ji 5`ê vê mehê ve li deriyê Sêmalka  çalakiya konvedanê hatiye lidarxistin. Şandeyên ji gel, partiyên siyasî, rêxistinên jin, hiqûqnas, sivîl, çandî, oldar û ciwan rojane diherikin bin konê çalakiyê û bang li PDK`ê dikin ku cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî radestî malbtên wan bike.

PDK`ê 28 û 29`ê Tebaxa derbasbûyî li navçeya Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê kemînek ji 7 gerîlayan re danî, di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, yek dîl hate girtin û gerîlayê din xwe xilas kir û piştî 16 rojan li nuqteya xwe vegeriya.

ꞌRADESTNEKIRINA CENAZEYÊN ŞEHÎDAN KAREKÎ ŞERM Eꞌ

Kurdiyar Dirêî ji ajansa me re axivî û da zanîn ku cihê mixabiniyê ye ku Kurd li ser destên Kurdan werin şehîdxistin û wiha dewam kir: "Li gorî çanda Kurdan, şerm e ku Kurd cenazeyên şehîdên Kurd radestî malbatên wan neke."

ꞌDIVÊ NEKEVE XEFKA PLANÊN DIJMINÊN KURDANꞌ

Kurdiyar Dirêî îşaret bi berxwedana ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeran dide meşandin, nexasim li Başûr kir û got, di vê qonaxa dîrokî de Rojava ber bi azadiyê ve diçe.

Kurdiyar Dirêî destnîşan kir ku dewleta Tirk a îxwanî a xwedî zihniyeta faşîst li her çar parçeyên Kurdistanê ji Efrînê bigire û heta Amed, Hewlêr, Metîna û Şengalê êrişên dagirkerî û tunekirinê li dijî dijî gelê Kurd pêk tîne.

Dirêî anî ziman ku Yekitiya Rewşenbîran bi armanca şermezarkirina îsrara PDK`ê ya radestnekirina cenazeyên gerîlayan, tev li çalakiya konvedanê bûye û wiha dewam kir: "Li ser vî bingehî em bang li tevger û partiyên kurdî dikin ku yekitiya Kurdan ava bikin û nekevin xefkên dijminên gelê Kurd."

ꞌDIVÊ KONGREYEKE NETEWEYÎ YA KURDISTANÎ LI DAR BIXINꞌ

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî got, di vê qonaxa dîrokî de erka tevger û partiyên kurdî ew e ku li şûna şerê hev bikin, kongreyeke neteweyî ya kurdistanî li dar bixin û ev li axaftina xwe zêde kir: "Divê hemû Kurd û partiyên kurdî berê çeka xwe bidin dijmin, ji ber ku di vê sedsalê de ji gelê Kurd tê xwestin ku yekitiya xwe ava bikin, da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin û parastina destkeftiyên xwe misoger bikin."

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî di dawiyê de bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe ava bikin û têkoşîna li dijî dijmin xurt bikin."

(eh)

ANHA