​​​​​​​'Êzidî bi tu awayan destwerdana PDK'ê qebûl nakin'

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê û endamê Mala Êzidiyan got, PDK'ê dixwaze senaryoyên bi êş ên li dijî êzidiyên Şengalê pêk hatine, dûbare bike û diyar kir ku civaka êzidî bi tu awayan destwerdana PDK'ê qebûl nakin.

​​​​​​​'Êzidî bi tu awayan destwerdana PDK'ê qebûl nakin'
26 cotmeh, 2021   00:48
HESEKÊ

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo anî ziman ku hewldan ji bo derbekirina rêveberiya xelkê Şengalê û destkefiyên wê hene.

Farûq Tozo ji ANHA'yê re axivî û got: "Dema em behsa rêveberiya li Şengalê dikin, em behsa rêveberiya wê ya ku piştî hemû komplo û fermanên 3'yê Tebaxa 2014'an, hatiye ragihandin, dikin."

Çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an êrişên qirkirinê li ser civaka êzidî ya Şengalê pêk anîn, Partiya Demokrat a Kurdistanê ku zêdetirî 18 hezar çekdarên wê li wir bûn û artêşa Iraqê ji Şengalê reviyan û êzidî bi fermaneke nû rû bi rû hiştin.

'DIVÊ ZANIBIN KU XELKÊ ŞENGALÊ XWE BI XWE BI RÊ VE DIBE'

Farûq Tozo got: "Divê PDK'ê zanibe ku divê şêniyên Şengalê xwe bi rêve bibin. Li gorî destûra Iraqê, qanûn hene ku vê rêveberiyê diparêze."

Tozo diyar kir ku yên ku destwerdanê li kar û barên Şengalê û rêvberiya wê dike, hewl dide senaroyyên bi êş ên li dijî xelkê wê dûbare bikin.

'CARA YEKEM E KU ÊZIDÎ BI PARTIYA XWE TEV LI HILBIJARTINAN DIBE'

Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ednan Kalo diyar kir ku êzidî qebûl nakin ku PDK'ê li ser axa Şengalê hebin û got: "PDK 'ê tenê xizmet berjewendî û ajandeyên dagirkeriya Tirk dike."

'ÊZIDÎ QEBÛL NAKIN KU REWŞA ŞENGALÊ VEGERIYA BERIYA 2014'AN'

Kalo destnîşan kir ku şêniyên Şengal û tevahî civaka êzidî qebûl nakin ku rewşa Şengalê vegere mîna beriya sala 2014'an û komkujî li dijî wan dubar bibin. Her wiha anîn ziman ku ew amede ne ku li hember hemû hewldanên ku gefan li ewlehiya şêniyên Şengal dixwe, bisekinin.

Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ednan Kalo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku êzidî sala 2014'an li ber xwe da û bûn yek û heta niha li ber xwe dide da ku destkeftiyên xwe biparêze û rê li ber komkujiyan bigire.

(dm)

ANHA