Festîvala Yekemîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li Qamişlo bidawî bû

Çalakiyên Festîvala Yekemîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li bajarê Qamişlo bidawî bû. Festîval dê 4 rojên din jî li herêmên din ên Cizîrê dewam bike.

Festîvala Yekemîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li Qamişlo bidawî bû
Festîvala Yekemîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li Qamişlo bidawî bû
Festîvala Yekemîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li Qamişlo bidawî bû
Festîvala Yekemîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li Qamişlo bidawî bû
Festîvala Yekemîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li Qamişlo bidawî bû
25 cotmeh, 2021   15:35
QAMIŞLO

Bi diruşma “Em ê bi ciwantî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin û çanda şoreşê misoger bikin” Yekitiya Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê, çalakiyên Festîvala Yekemîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li herêma Cizîrê di 23`yê Cotmehê  de dest pê kirin.

Îro di roja 3`an festîval li stada Şehîdên 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo dewam kir, tê de di navbera tîmên futbolê yên (Cizîr û Reqê) maçek li darket. Di dawiyê de tîma Reqê  bi 4 nuqteyan li hemberî 3 bi ser ket

Festîvala li Qamişlo bi gerandina govendê bi dawî bû û dê 2 rojan li Dêrikê û 2 rojên din li bajarê Hesekê dewam bike.

(sb)

ANHA