Ajokarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzikname erê kir û hevserokatî hilbijart

Kongreya 1’emîn a Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina rêziknameya yekitiyê û hilbijartina hevserokatiyê bi dawî bûn.

Ajokarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzikname erê kir û hevserokatî hilbijart
Ajokarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzikname erê kir û hevserokatî hilbijart
Ajokarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzikname erê kir û hevserokatî hilbijart
Ajokarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzikname erê kir û hevserokatî hilbijart
25 cotmeh, 2021   15:26
HESEKÊ

Kongreya 1'emîn a Yekitiya Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê bi beşdariya 500 delegeyên ji yekitiyên ajokaran ên li bajar û navçeyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û berpirsên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dest pê kir.

Kongre bi diruşma"Ajotin huner, çêj û exlaq e" li hola Serdem a Çandê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin. Li gorî komîteya amadekar, ev kongre ji bo rêxistinkirina mekanîzmeya xebata yekitiyên ajokaran ên li bajar û navçeyan, ji bo rakirina astengiyên li hember ajokaran û hêsankirina têkiliyan di navbera yekitiyan û aliyên têkildar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat lidarxistin.

Piştî axaftina beşdaran bi dawî bû, dîwana kongreyê raporên salane yên yekitiyên her bajar û navçeyekê xwendin. Di raporan de astengiyên li hember yekitiyê, pêşniyar, mekanîzmeya xebat û têkiliya wê bi ajokaran re hebûn.

Beşdaran rêziknameya yekitiyê erê kir û hevserokatiya yekitiyê hilbijart, ew jî; Necah Mihemed Xelîf ji Reqa yê herêma Firatê û Yasir Hûrî ji Hesekê yê herêma Cizîrê.

Xebatên kongreyê bi sondxwarina hevserokan li pêş girseya endamên yekitiyê û berpirsên TEV-DEM’ê bi dawî bûn.

(fr)

ANHA