Di Kongreya Yekitiya Ajokaran de 500 wêneyên rêber Ocalan hatin hildan

Beşdarên Kongreya 1’emîn a Yekitiya Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Di Kongreya Yekitiya Ajokaran de 500 wêneyên rêber Ocalan hatin hildan
25 cotmeh, 2021   15:25
HESEKÊ

Bi sponseriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Kongreya 1’emîn a Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê li Hesekê dest pê kir. Kongrê bi armanca birêxistinkirina mekanîzmeya xebata yekitiyên ajokaran ên bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dikeve.

Beşdaran zêdetirî 500 wêneyên rêber Ocalan hildan, diruşmên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de berz kirin.

Xebatên kongreyê bi nîqaşkirina rêziknameyê berdewam e. Tê payîn ku kongre bi hilbijartina hevserokatiya yekitiyê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA