Kongreya Star: Sûcên li herêmê ji ber bêdengiya navneteweyî ne

Kongreya Star bi 2 daxuyaniyan destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sedema berdewama wan sûcan e.

Kongreya Star: Sûcên li herêmê ji ber bêdengiya navneteweyî ne
25 cotmeh, 2021   12:00
QAMIŞLO

Kongreya Star a Qamişloyê û ya navçeya Çilaxa têkildarî hedefgirtina erebeyekê li Kobanê ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da. Her wiha di daxuyaniyê de xiyaneta PDK`ê û neradestkirina cenazeyên gerîlayên şehîd jî hate şermezarkirin.

Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star li taxa Xerbî ya Qamişloyê ji aliyê endama rêveberiya Kongreya Star Menîce Heyder ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker siyaseta koçberkirinê û qirkirinê li dijî hemû pêkhateyên herêmê dewam dike. Her wiha çekên kîmyewî û guhertina demografiyê dimeşîne. Ev binpêkirin û zêdegavî li pêş çavên hemû cîhanê û bi taybetî li pêş çavên rêxistinên hiqûqî yên îdiaya mafên mirovan dikin, pêk tên. Tevahî tiştên li herêmê rû didin, ji ber bêdengiya navneteweyî ye.”

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî hat kirin ku bi erka xwe ya mirovî û exlaqî rabin. Her wiha hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re li Başûrê Kurdistanê, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de xîtabî PDK`ê hate kirin û hate gotin: “Bila li hemberî hêsir û qîrînên dayikên ku cenazeyên zarokên xwe dixwazin, şerm bikin.”

Têkildarî mijarê Kongreya Star a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê jî daxuyaniyek da û tê de topbarana artêşa Tirk li ser Kobanê û Til Rifetê şermezar kir. Her wiha got, armanc ji hedefgirtina dewleta Tirk ji bajarê Kobanê re ew e ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.

Daxuyanî ji aliyê  endama Weqfeya Jina Azad Emel El-Hisên ve hate xwendin. Daxuyanî li pêşiya navenda Çand û Huner a herêma El-Inaş a navçeyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk topbarana li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû çek û balafirên keşfê didomîne, bi vê yekê hemû maf û destûran binpê dike.

Her wiha hate diyarkirin ku topbarana dewleta Tirk li ser Kobanê û Til Rifet û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin çavdêriya dewletên ku îdiya dikin ku ew garantora herêmê ne tê kirin û armanca wan ku herêmê ji niştecihên wê vala bike.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsiyariya xwe pêk bîne, sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re dayne û qedexeya hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike.

(cx-bx)

ANHA