Partiya Sûriya Pêşerojê û Êzidiyên Efrînê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Partiya Sûriya Pêşerojê û Yekitiya Êzidiyên Efrînê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirer ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê û Êzidiyên Efrînê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
24 cotmeh, 2021   14:51
REQA

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên bêserûber ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên xwe yên li herêmên dagirkirî de berdewam e. Duh li bajarê Kobanê bi balafireke bê mirov komkujiyeke pêk anî. Di encamê de 3 şervanên QSD'ê birîndar bûn. Roja çarşema borî jî li bajarê Kobanê li erebeyeke sivîlan da, 2 sivîl şehîd xistin û 3 jî birîndar kirin. Li aliyekî din gefên dagirkirina herêmên nû dixwe.

Têkildarî vê yekê endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ya meclisa Reqayê li ber nivîsgeha xwe kom bûn û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin êrişên dewleta Tirk a dagirker bi rasthatina serkeftinên Rêveberiya Xweser û naskirina siyasî ji hêla Katalonyayê ve û salvegera 4’emîn a rizgarkirina Reqayê pêk hat. Her wiha ev êriş bi nêzbûna Roja Cîhanê ya Piştgiriya bi berxwedana Kobanê re pêk hat.

Her wiha di daxuyaniyê de hebûna Rûsyayê ku tu rolek di rawestandina êrişên artêşa Tirk a dagirker de nelîstiye şermezar kir û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku fişarê li dewleta Tirk bike ku êrişên xwe rawestîne.

YEKITIYA ÊZIDYÊN EFRÎN

Bi heman armancê Yekitiya Êzidyên Efrînê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de gefên dewleta Tirk ên dagirkirina navçeya Til Rifetê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Ev gef û êriş bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e ya ku mafên hemûyan misoger dike. Di heman demê de dewleta Tirk bi van gefan dixwaze aloziya xwe ya hundrîn derbasî dewletên derdorê bike."

Yekitiyê bang li civaka navneteweyî kir ku "Sînorekê ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re ku tevahî qanûn, mîsaqên navneteweyî û mafên mirovan bin pê dike, deynin û li dijî sûcên li ser sivîlan bê deng nemînin."

(fr)

ANHA