​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî 84 jin hatin qetilkirin û zêdetirî hazarî hatine revandin

Nivîsgeha Jinan a Rêxistinên Civaka Sivîl a Herêma EFrînê bîlançoya sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan li kantona Efrînê eşkere kir.

​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî 84 jin hatin qetilkirin û zêdetirî hazarî hatine revandin
24 cotmeh, 2021   15:09
ŞEHBA

Bi dehan jinên ku di Saziyên Civaka Sivîl dixebitin de li kantona Şehbayê kom bûn û têkilîdar sûcên dagirkeran ên li dijî jinên Efrînê daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya bi zimanê erebî ji aliyê Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê Wefa Mihemed ve û bi zimanê kurdî ji aliyê endama rêveber a Saziyên Civaka Sivîl Gulê Cafer ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa jinan li herêmên dagirkirî û hate gotin: "Tiştên ku herêma Efrîn a Sûriyê diqewimin dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî. Dewleta Tirk  pêkanîna sûcan li dijî jinan li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê hilbijart da ku tola ji rola jinên pêşeng di şikandina terorê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de hilîne. Sûcên revandin, qetilkirina, destdirêjiya zayendî, destdirêjiya li jin û zarokan û zewicandina keçan di temên biçûk de bi darê zorê, îşkenceya fîzîkî û derûnî  berdewam dikin."

Li gorî daxuyaniyê bîlançoya sûcên Tirkiyê yên li dijî jinan wiha ye; Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve di 18'ê Adara 2018'an de û heya niha 84 jin hatin qetilkirin, di nav de 6 jinan dawî li jiyana xwe anîn, zêdetirî hezar jin hatin revandin û tundiya zayendî li 71 jinan hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev sûc li dijî rêgezên bingehîn ên mîsaqa Neteweyên Yekbûyî , her çar peymanên Cinêv û Ragihandina Cîhanê ya Mafên Mirovan e.

Di berdewama daxuaniyê de sûc û binpêkirinên li dijî jin û zarokan li tevahî herêmên dagirkirî yên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê hatin şeremzarkirin, her wiha bang li Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), rêxistinên têkildarî mafên mirovan û jinan ên cîhanî hate kirin ji bêdengiya xwe derkevin, erka xwe ya exlaqî û mirovî li hemberî sûcên ku li herêmên dagirkirî, bi taybet Efrînê têne kirin, bi cih bînin.

ANHA