Kongreya Star cezayê li dijî li Ayşe Gokkan şermezar kir

Koordînasyoya Kongreya Star birîna cezaya 30 sal li Ayşe Gokkan şermezar kir û dan zanîn ku Ayşe Gokkan ji bo xwedîderketina mafê hemû jinan têkoşîn dikir.

Kongreya Star cezayê li dijî li Ayşe Gokkan şermezar kir
24 cotmeh, 2021   14:22
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştina doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi îdiaya "Rêvebira rêxistinê", "Endamtiya Rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn dadgeha cezayê giran a Amedê rojên borî hatibû dîtin. Dadgeh 30 sal cezayê li Ayşe Gokkan birî. Li dijî vê yekê Koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Di dema ku Kurd bi hemû rê û rêbazên aşîtiyane hewl didin ku hebûna xwe li ser erdê misoger bikin,  ji aliyê  dewletên hegemonîk ve û dewleta Tirkiyê li hember qirkirinê tên.

Qirkirinekî ku bi tu awayan di serdema neha serdema 21 an de nehatiye dîtin an bihîstin. Dema ku dibêje Kurd, misoger tu dibêje jin û dema tu dibêje jin mûheqeq tu dibêje serkeftin, azadî û serfirazî. Ji ber perensîbên ku îdeolojiya rizgariya jin ji bo serkeftinê esas girtiye, helbet hebûna wê û tevgera wê gerek azad û serbest be.

Lê li hember ewqse têkoşîn isbata hebûna xwe weke gelê Kurd, isbata hebûna xwe weke jina Kurd, ewqase zext, zordarî, zehmetî û îşkencekirin û ji mafê jiyanê bê par mayîn dikin para  gel û jinên kurdan û azadîxwazan.

Li Rojavayê Kurdistanê Hevrîn û Yadê Eqîde, Zehra û  Yadê Emîne, li Başûrê Kurdistanê Şîlan û Tolhildan, li Rojhilatê Kurdistanê bidarvekirin û sirgûnkirin û li Bakûrê kurdistanê berya neha  Leyla Guven  û neha jî Ayşe Gokkan ya ku bi cezaya 30 salî hate darizandin ji aliyê dewleta Turk ve.

Ayşe Gokkan jina Kurd ku helwesta xwe bi ketina gireva mirinê da diyar kirin ji bo ku Rojava û Bakur bi dîwaran ji hev qutnebe.

Îro bi hebûna wê di girtîgeha jinan ya Amedê de, hate sûcdarkirin ku endama rêxistinê ya û rêveberiya rêxistinê ye. Ayşe Gokan Berdevka Tevgera Jinên Azad TJA li Bakurê Kurdistanê ji bo xwedîderketina mafê hemû jinan tekoşîn dikir û jinan bi mafên wan dida naskirin , her wiha ji ber nivîsandina rewşa jinan li girtîgehê hate idîaya dispilînê.

Ev yek îflasa dewleta Tirk dide diyarkirin ku jinên bê sûc ji bo mafê jiyaneke azad tê dikoşin têne dîl girtin û bi cezayên giran û neheq di girtîgehan de jiyan dikin.

Em jî rêxistina Kongra Star li Rojavayê Kurdistanê em dibêjin, hûn di zindanan de, em jî li Rojavayê Kurdistanê û tavahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kolanan û bi rêxistinkirina saziyan em ê ji doza  xwe  ya jiyana  azad danekevin xwar. Her em ê  bimînin kelema çavê dijminan. Banga me ew e em bi tekoşîna xwe li dijî vê hişmendiyê em ê bi serkevin û azadiya xwe misoger bikin."

ANHA