​​​​​​​Civîna Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encamnameyekê bi dawî bû

Civîna berfireh a Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî sê rojan îro bi dawî bû. Di civîn de xalên girîng hatin nîqaşkirin û hin biryarên nû hatin girtin.

​​​​​​​Civîna Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encamnameyekê bi dawî bû
24 cotmeh, 2021   14:12
QAMIŞLO

Di 22`yê Cotmehê de civîna duyemîn a berfireh a Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina rêzikanemya zanîngehan, li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo dest pê kir. Îro di 24`ê Cotmehê de civîn bi hin biryarên nû bi dawî bû.

/kr/uploads/files/2021/10/24/141258_img_5087.webp

Cîgirê Hevserokatiya Zanîngeha Kobanê Mihemed Reşîd ku bi navê Zanîngeha Kobanê beşdarî civîna Komîteya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibû ji ajansa me re xalên encamnameya giştî eşkere kir.

Mihemed Reşîd diyar kir ku wan gelek guhetin di mijarên girêdayî rêvebernameya zanîngehan, pergala akademîk, rêvebernameyên xweser û yên girêdayî meclisa xwendekaran çêkirin.

Mihemed Reşîd wiha got: “Yek ji guhertinên ku hatin kirin, di hundirê rêvebernaemya zanîngehan diyarkirina hevserokên zanîngehan de me guhetin çê kir. Ji bo endamên ku ji aliyê her zanîngehekê ve bê hilbijartin ku cihê xwe di nava Komîteya Zanîngehê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin dê komîteyeke bê avakirin. Erka komîteyê ew e ku wê şêwirmendiya hemû endamê zanîngehê bike.”

Reşîd got: “Ji bo pergala nirxandinê jî guhertin heye, beriya niha amadebûna xwendekar bi pile bû, lê niha bû wek mercekî ye, lê pile li ser tune ye.”

Mihemed Reşîd di dawiya axaftina xwe de got: “Ji bo ezmûna qonaxan yên nivîskî berê ji sedî 40 bû, lê niha bûye ji sedî 60." Dê civîn piştî 2 salin din jî bê lidarxistin.

(sb)

ANHA