​​​​​​​Li kampa Serêkaniyê dibistanek hate vekirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê li kampa Serêkaniyê dibistanek ji bo qonaxên amadehî û navîn vekir.

​​​​​​​Li kampa Serêkaniyê dibistanek hate vekirin
​​​​​​​Li kampa Serêkaniyê dibistanek hate vekirin
​​​​​​​Li kampa Serêkaniyê dibistanek hate vekirin
​​​​​​​Li kampa Serêkaniyê dibistanek hate vekirin
24 cotmeh, 2021   14:34
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Serêkaniyê ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê koçber bûn û li bajarê Hesekê bi cih bûn. Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bicihkirina koçberan li taxa Telai ya Hesekê kampa Serêkaniyê û kampa Waşûkanî ya li bajarokê Tiwênayê vekir.

Ji bo ku xwendekarên qonaxa amadehî û navîn karibin xwendina xwe temam bikin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi piştgiriya Komeleya Helip Kurdistan û Komîteya Kar û Barên Koçber û Penaberan li kampa Serêkaniyê dibistanek vekir.  Hejmara xwendekaran heta niha gihaştiye 970 xwendekarî.

Nûnerên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, Komîteya "Em ê bimînin û vegerin", Komîteya Kar û Barên Koçber û Penaberan, bi sedan xwendekar û malbatên wan tev li merasîmê vekirina dibistanê bûn.

/ar/uploads/files/2021/10/24/125723_smyrh-hj-aly.webp

Nûnera Komeleya Helip Kurdistan Semîra Hec Elî û hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Mihemed Salih Ebdo dibistan vekirin. Piştre ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin.

Semîra Hec Elî got: "Ji beriya 6 salan ve em destekê didin Desteya Perwerde û Fêrkirinê da ku hewcedarên xwendekar û koçberên ji hemû herêmên werin dabînkirin. Berdewamkirina perwerdekirina xwendekaran bi tena xwe berxwedaneke mezin li hemberî dijim e."

/ar/uploads/files/2021/10/24/125824_mhmd-salh-abdw.webp

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo vekirina dibistanê li xwendekar û malbatan pîroz kir û aliyên ku destek dane vekirina dibistanê spas kir.

Mihemed Salih Ebdo bi domdarî got: "Ev dibistan bi saya berdêlên şehîdan hatiye vekirin, ji lew re divê em parastina wan bikin. Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê amadekirina dibistanan berdewam bike da ku zarokên herêmê perwerdeya xwe bidomînin."

/ar/uploads/files/2021/10/24/125842_mhmwd-jmyl.webp

Bi navê Komîteya Koçberên Serêkaniyê ya "Em ê Bimînin û Vegerin" Mehmûd Cemîl axivî û li ser vekirina dibistan spasiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê her wiha Komeleya Helip Kurdistan kir.

/ar/uploads/files/2021/10/24/125757_fyrwshh-rmdhan.webp

Bi navê Komîteya Kar û Barên Koçber û Penaberan Feyrûşah Remezan axivî û got: "Dema mirov behsa Serêkaniyê dike, yekser berxwedana gewre ya ku welatiyan û hêzên wan li wê herêmê dan meşandin, tê bîra mirov. Perwerde xwedî girîngiyeke mezin e, lê ya herî girîng vegera li bajarê Serêkaniyê ye û em ê tu tiştî derveyî vegera li war û erda xwe qebûl nekin."

Merasîma vekirina dibistanê bi belavkirina xwendekaran li fêrgehan bi dawî bû.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê par li kampa Serêkaniyê ji bo qonaxa seretayî dibistanek vekir.

(eh)

ANHA