Muqteda Sadir dewletên dest li Iraqê werdidin car din hişyar kirin

Serokê Şepêla Sadir Muqteda Sadir carek din dewletên herêmî û navneteweyî ji destwerdana li Iraqê hişyar kirin û got, “Em ê têkiliyên dîplomatîk û aborî bi wan re kêm bikin. Em ê hin tedbîrên din ên hişk jî bigirin.”

Muqteda Sadir dewletên dest li Iraqê werdidin car din hişyar kirin
24 cotmeh, 2021   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Şepêla Sadir a Iraqê Muqteda Sadir îro bi daxuyaniyeke berfireh wiha got: “Em ê têkiliyan bi welatên ku dest li karên hundirîn yê Iraqê wernadin re, xurt bikin. Em ê di asta ewlehî, aborî, çandî, tenduristî, pîşesazî û hemû astan de projeyên hevbeş bi wan re deynin.”

Sadir di daxuyaniya xwe de, dewletên ku dest li kar û barên Iraqê werdidin hişyar kir ku ew ê têkiliyên xwe yên dîplomatîk û aborî bi wan re kêm bikin û gelek tedbîrên din ên hişk ên di asta navneteweyî û herêmî de tên standin, bigirin.

Muqteda Sadir di 11`ê Cotmehê de li ser hesabê xwe yê twitterê bang li dewletên herêmî û navneteweyî kiribû ku dest li biryarên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan û kar û barên hundirîn ên Iraqê wernedin. Sadir her wiha teqez kiribû ku haya wî ji hemû destwerdanên hundirîn û derve yên neqanûnî yên zirarê digihînin serdestiya Iraqê, heye.

(cx)