Şêniyên Helebê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kir

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên azadiyê û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kirin.

Şêniyên Helebê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kir
24 cotmeh, 2021   08:45
HELEB-ARIF SILÊMAN

Artêşa Tirk êrişên xwe li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Di van êrişan de çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Li hemberî van êrişan civata navneteweyî bê deng e.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Nîdal Mihemed axivî û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên li Başûrê têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û şikandina vîna gelê berxwedêr e. Ev jî isbat dike ku li hemberî berxwedana gerîlayên li çiyayên Kurdistanê tengav bûye, ji lew re çekên di qada navneteweyî de qedexe ne li dijî wan bi kar tîne, da bikaribe herêmê dagir bike."

Nîdal Mihemed bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û ev li gotina xwe zêde kir: "Bêdengiya navneteweyî isbat dike ku êrişên artêşa Tirk erê kiriye da ku gerîla hedef bigirin û li dijî ewladên me yê li çiyayê Kurdistanê sûcan pêk bîne."

Welatiya bi navê Tolîn Omer jî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirkr ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û ev axaftin kir: "Em dibînin ku civata navneteweyî li hemberî sûcên Tirkiyê yê ku qanûn û peymanên navneteweyî bin pê dike, çekên di qada navneteweyî de qedexe ne bi kar tîne û herêmên Başûrê Kurdistanê hedef digire bê deng e."

Tolîn Omer bang li civata navneteweyî kir ku bi erka xwe ya mirovî û qanûnî rabe û sînorekî ji êrişên artêşa Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê deyne.

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Aytan Reşo êrişên artêşa Tirk ên li dijî ewladên wan ên li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha dewam kir: "Li hemberî êrişên Tirkiyê yên bi armanca dagirkirina xaka me, em piştgiriyê didin zarokên xwe yên ku li çiyayên Kurdistanê tê dikoşin. Tu kes nikare berxwedana me bişkîne. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digrin."

Di dawiyê de Aytan Reşo bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, hevgirtina xwe ava bikin.

(eh)

ANHA