Zanîngeha Kobanê amadekariya derçûna 640 xwendevanî dike

Zanîngeha Kobanê amadekariyên derçûna xwendevanên ku di sala 2017`an de derbasî zanîngehê bûne, dike.  Her wiha zanîngeh hewl dide ji xwendevanên ku derçûne re derfetên kar di saziyên Rêveberiya Xweser de peyda bike.

Zanîngeha Kobanê amadekariya derçûna 640 xwendevanî dike
24 cotmeh, 2021   06:44
KOBANÊ

Zanîngeha Kobanê tevî kêmbûna derfet û alavan, di sala 2017`an de bi zimanê kurdî hate vekirin. Bi dehan xwendekar ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di zanîngehê de hatin qebûlkirin û piştî 4 salan ji xwendinê xwendevanên beşa yekemîn amadekariyên derçûnê dikin.

Di zanîngehê de gelek beş hene, fîzîk, kîmya, wêjeya kurdî, wêjeya erebî, beşa zanista perwerdeyê, erdnîgarî, mamostetiya refê, peymangeha birêvebirina kar û qanûnê, peymangeha mîkanîk û kehrba, peymangeha tenduristiyê, beşa benckirinê, hemşîre û labarator.

Tê payîn ku 640 xwendekaran piştî 4 salan ji xwendinê di 28`ê Cotmehê de xwendina xwe di zanîngehê de bidawî bikin.

Têkildarî mijarê hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Musilm wiha got: "Piştî şerê ku li bajarê Kobanê qewimî, Kobanê jinûve rabû ser xwe. Di gelek aliyan de bi pêş ket. Di sala 2017`an de Zanîngeha Kobanê vekir û ev yek ji wan pêşketinan bû."

Şêrîn Muslim wiha domand: "Di demeke pêwîst de û cara yekemîn bi zimanê kurdî, zanîngeh hate vekirin."

Şêrîn Muslim di axaftina xwe de behsa zehmetiyên ku destpêkê rastî kadroyê zanîngehê hatine, kir û wiha axivî: "Di destpêkê de hejmara mamosteyan û alavên pêwîst kêm bûn. Zanîngeh li ser du beşan hate vekirin, zanista xwezayî (fîzîk û kîmya) û beşa wêje. Di wê demê e hejmara mamosteyan nêzî 10`an bû û 40 jî xwendekar bûn. Lê piştî 4 salan Zanîngha Kobanê hejmareke mezintir ji xwendekaran di nava her 9 beşên xwe de pêşwazî kir."

Şêrîn muslim got, îro nêzî 100 mamoste di zanîngehê de hene û li gorî rêbaza akademîk û zanistî xwendekaran perwerde dikin.

Xwendekara bi navê Dîlan Hecî Mehmûd ku beşa labertor (mexbera tibî) dixwîne ev tişt anî ziman: "Vekirina zanîngehê bi zimanê dayikê gaveke baş bû da ku em tê de dest bi xwendina xwe bikin.

Dîlan Hecî destnîşan kir ku ew li ser daxwaz û hezkirina xwe derbasî zanîngehê beşa mexberî bûye, di destpêka xwendinê de ji aliyê ziman û kêmbûna alavan rastî zehemtiyan hatiye, lê bi demê re derbas kiriye.

Dîlan Hecî got niha amadekariyên xwe dikin da ku xwendina xwe bi dawî bikin, di nava saziyan de bixebitin û encamên keda xwe bidest bixin.

Her wiha mamosteyê beşa kîmya di zanîngehê de Cemal Walî destnîşan kir ku vekirina zanîngehê rêyên dirêj ji bo çûyîna herêmên din li pêşiya xwendekarên herêmê girt da ku xwendina xwe li herêmên xwe temam bikin.

Cemal Walî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî ku xwendekar xwendina xwe bi dawî bikin dê derfetên kar di nava saziyên Rêveberiya Xweser de li gorî beşên ku xwendine, were peydakirin."

(bx)

ANHA