Li Holê ji bo ciwanan pêşbirka bezê li dar ket

Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Hesekê bi hevkariya Kluba Werzîşê ya Holê pêşbirka bezê ji bo ciwanên Holê û endamên kluba werzîşê ya navçeyê li dar xist.

Li Holê ji bo ciwanan pêşbirka bezê li dar ket
23 cotmeh, 2021   17:37
HESEKÊ

Pêşbaziya ku Desteya Ciwanan û Werzîşê ya navçeya Holê bi navê şehîd Sahir El-Siwêleh orgenîze kir, bi dehan ciwan û endamên kluba werzîşê tev lê bûn.

/ar/uploads/files/2021/10/23/170005_12123.webp

Beşdar li ketina bajarokê Um Hicêre yê girêdayî navçeya Holê kom bûn û ber bi çerxeriya Holê ve bazdan. Şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî di pêşbaziyê de amade bûn.

/ar/uploads/files/2021/10/23/170040_bsmh-mhmd.webp

Li çerxerêyê endama rêveber a Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Hesekê Besme Mihemed axivî û çalakiya pêşbaziyê li her kesî pîroz kir û got, armanca sereke ya ji van pêşbaziyan zindîkirina werzîşê ye.

/ar/uploads/files/2021/10/23/170054_ala-khlf.webp

Serokê Kluba Holê ya Werzîşê Ela Xelef jî axivî û da zanîn ku ev gav ya yekemîn e û dê gelek çalakî li navçeya Holê li dar kevin û wiha got: "Kesên ku bi ser bikevin nûnertiya hemû herêmê dikin û em spasiya hemû kesên destek da vê çalakiya ku li navçeya Holê hatiye orgenîzekirin, dikin."

/ar/uploads/files/2021/10/23/170109_fwaz-swylh.webp

Bavê şehîd Sahir El-Siwêleh, Fewaz Siwêlih ev pêşbazî li beşdaran pîroz kir.

Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Hesekê wêneyê şehîd Sahir El-Siwêleh pêşkêşî malbatê kir.

Di dawiyê de komîteyê kesên di astên yekemîn de bi ser ketin, xelat kirin.

(eh)

ANHA