Di sala 2018’an de cezayê pêgermokan dane rêber Abdullah Ocalan

Derket holê ku bi hinceta ku bi girtiyên din re pêgermok gerandine, sala 2018’an ceza dane rêber Abdullah Ocalan.

Di sala 2018’an de cezayê pêgermokan dane rêber Abdullah Ocalan
23 cotmeh, 2021   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Derket holê ku di Îlona sala 2018’an de bi hinceta pêgermok gerandine, cezaya disîplînê dane rêber Abdullah Ocalan.

Xuya bû ku bi hinceta ku rêberê Abdullah Ocalan di meha Îlona 2018’an dema werzîşê de ‘ji ber ku pêgermok gerandine’ 3 mehan hevdîtina bi malbatê re asteng kirine.

Rêber Abdullah Ocalan bi hinceta ku piştî lîstina voleybol û basketbolê bi girtiyên din re pêgermok gerandine, Serokatiya Desteya Disîplînê ya girtîgehê bi hinceta “çalakiyên werzîşê veguherandine sohbete” di 14’ê Îlona 2018’an de cezayê ‘3 mehan ji hevdîtinê mehrûmkirin’ dane.

Rêber Ocalan têkildarî ceza îtîraz li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê kiriye û diyar kiriye ku pêgermok (volta) yekane şeklê tevgerînê yê standart ê girtîgehan e û ev maf hatiye astengkirin û destnîşan kiriye ku divê ev xeletî were sererastkirin.