Cotkaran bang li Rêveberiya Xweser kir ku miqdarê tov zêde bike

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Rêveberiya Xweser kir ku miqdarê tovê ku ji bo wan hatiye veqetandin, zêde bike. Her wiha Gerînendetiya Çandiniyê ji bo mewsima îsal plansaziyeke nû danî.

Cotkaran bang li Rêveberiya Xweser kir ku miqdarê tov zêde bike
23 cotmeh, 2021   07:41
QAMIŞLO

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi cotkirina erdên xwe kir. Piraniya cotkarên herêmê xwe dispêrin çandiniya bejî, lê ji ber ku baran îsal nebariye, bandor li mewsim û qada aborî kir.

Ji ber ku mewsima par ne baş bû, îsal Gerînendetiya Çandiniyê plansaziyek danî û gerînendetiyên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo mewsima avî û bejî dest bi belavkirina tovê baş kir.

Cotkarê bi navê Mihemed Hisên ê ji gundê Gundikê Selmê yê navçeya Dêrikê axivî û da zanîn ku makanîzmaya belavkirinê baş e, der barê belavkirin û wergirtinê de tu gilî û gazin tune ne û her wiha nirxê diyarkirî jî baş e.

Mihemed Hisên li ser kalîteya tovê ku Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dide, diyar kir ku kalîteya wê baş e.

Der barê amadekariyan de, cotkarê bi navê Sehîb Ebdullah ê 41 salî yê ji gundê Girsorê yê başûrê rojavayê Qamişlo, got: "Niha em kaxezên xwe yên wergirtina mazotê amade dikin û li ser vê yekê hêvî dikin ku nirxê mazotê yê ji bo cotkaran hatiye veqetandin, bilind nebe ji ber ku ew ê bandoreke neyînî li cotkaran bike."

‘DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER PIŞTGIRIYA MADÎ Û MANEWÎ BIDE ME’

Têkildarî bandora ku îsal li cotkaran bûye, cotkarê bi navê Ebdullah Hisên Hemê got: "Erdên me tu berhem nedan, her wiha bandor li sewalkariyê jî bû ji ber ku êmê wan tune bû. Îsal gelek cotkar nikarin pêwîstiyên çandiniyê bikirin, ji lew re em bang li Rêveberiya Xweser dikin ku piştgiriyê bide da ku me teşwîqî çandiniyê bike."

Cotkarê bi navê Elî Îbrahîm Elî diyar kir ku miqdarê tovê ku ji bo wan hatiye veqetandin, ji sedî 60 têra erdên wan nake, li ser vê yekê bang li aliyên peywendîdar kir ku miqdara heyî zêde bikin.

Der barê nirxê tov de ku Rêveberiya Xweser destnîşan kiriye ku ew jî hezar û 200 lîre ye, cotkar Elî da zanîn ku ji bo hemû cotkaran ev nirx baş e û wiha dewam kir: "Em nikarin tov ji bazirganan bikirin, ji ber ku bi hezar û 500 lîreyên Sûriyê difiroşin."

Li navçeya Dêrikê û piştî hevkariya bi komîteyên çandiniyê ya navçeyê re, makanîzmeya belavkirinê hate nîqaşkirin û cotkaran belge û nasnameyên xwe dan. Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ji meha Tîrmehê ve dest bi xirbalkirina (paqijkirina) genim kir. Her wiha li gorî miqdarê ku ji bo rûberên erdên çandiniyê hatiye veqetandin tov li cotkaran  belav kir.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Dêrikê tovê baş li cotkarên herêma Dêrikê û navçeyên wê Çilaxa, Til Koçer û Girkê Legê belav dike.

Belavkirina tov ji 11 meha Îlona derbasbûyî ve hatiye destpêkirin û depoyên navendên Til Elo li navçeyên Çilaxa û Til Koçerê ji bo belavkirinê hatine diyarkirin, her wiha depoyên Dêrikê jî ji bo li Dêrikê û Girkê Legê belav bikin, hatine destnîşan.

PLANSAZIYÊN NÛ

Têkildarî plansaziya çandiniyê ya ku Gerînendetiya çandiniyê û Sewalkariyê ji bo vî mewsimî destnîşan kiriye, hevserokê gerînendeyê Ebdulbaqî Mûsa da zanîn ku ger baran nebare ew ê li gorî şertên çandiniyê rê bidin cotkaran ku bîran bikolin.

Hevserokê Gerînendetiya Çandinî û Sewalkariyê ya Kantona Qamişloyê Ebdulbaqî Mûsa got, ew ê tovên nû û semadê bidin cotkaran û dê li gorî rêxistinbûna çandiniyê belav bikin.  Mûsa ev li gotina xwe zêde kir: "Komîte dê rûberên erdên çandiniyê nas bikin û dê para cotkaran ji tov, semad û mazotê beriya mewsimê li wan belav bike."

‘EM Ê DESTEKÊ BIDIN COTKARAN’

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo destnîşan kir ku ew ê destekê bidin cotkaran.

Barûdo diyar kir ku wan ji bo her donimekî genimê avî 35 kg ji tov veqetandine û ji bo donimê bejî 22 kg veqetandine, lê divê miqdarê ku ji bo berhmên bejî yê her cotkarekî hatiye veqetandin; nezêdetirî 5 tonan be, ji bo berhema avî li gorî plansaziya çandiniyê ye.

Derbarê Semadê de jî, Barûdo got, ev madeyeke ji derveyî herêmê tê, ew bi nirxê ku dikirin didin cotkaran, di heman demê de li gorî plansaziya ku li ser bingeha wê destekê didin cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didin.

Mewsima genim a par ne baş bû û vê yekê bandoreke neynî li berhema genim kir, nexasim ê bejî. Li gorî raporan, hewcedariya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 600 hezar ton genim heye ku pêwîstiyên xwe yê salane yê ji xwarin û çandiniyê dabîn bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JdGTEoprcBU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>