QSD`ê îdiayên dewleta Tirk derewandin

QSD`ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker derewandin. Her wiha piştrast kir ku dewleta Tirk ji bo ku êrişên xwe yên li dijî herêmê rewa bike, van îdiayan belav dike.

QSD`ê îdiayên dewleta Tirk derewandin
23 cotmeh, 2021   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh daxuyaniyek da û tê de got: “Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal, îdia kir ku hêzên me êrişî baregehên wê yên li herêmên dagirkirî kirine û di encamê de jî 9  şervanên me şehîd bûne."

Navendê piştrast kir ku ev nûçe ne rast in û dewleta Tirk bi belavkirina van nûçeyan dixwaze êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa bike.

(şx)