Ji bo azadiyê têkoşîneke 30 salî; Yadê Wîdad

Yadê Wîdad 30 salan bê navber ji bo tevgera rizgariya Kurdistanê tê dikoşe û malbata xwe kiriye mînaka şoreşgeriyê. Yadê Wîdad 3 caran bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye.

Ji bo azadiyê têkoşîneke 30 salî; Yadê Wîdad
23 cotmeh, 2021   07:12
HELEB – MIHEMED EBDO

Bi pêketina çirûska şoreşê li çiyayê Kurdistanê re di salên 1980'yî de, ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek malbat tev li şoreşê bûn.

Yek ji malbatan ku bi fikirên tevgera rizgariya Kurdistanê û bi rêber Abdullah Ocalan bandor lê kiriye, malbata Yadê Wîdad e. Endamên vê malbata Kurd bûne mîna şaneyeke şoreşgerî.

Dayika şehîd Fayîq Zap, Wîdad Naso (80) ji gundê Mîrkan ê girêdayî kantona Efrînê ye. Yadê Wîdad 30 salan di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de kar û xebat meşand û li Efrîn û Helebê ramanên rêber Abdullah Ocalan belav dikir. Bi vê têkoşîna xwe rê li ber bi dehan ciwanan vekir ku tev li refên tevgerê bibin.

Yadê Wîdad 3 caran bi rêber Ocalan re hevdîtin kiriye. Di sala 2004'an de yadê Wîdad û hevjînê xwe serdana Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û têkoşîna gerîlayên azadiyê û rêbazên jiyana li çiya ji nêz ve nas kir. Li wir gelek wêneyan bi kurê xwe Fayîq Zap re kişandin ku sala 2005'an li çiyayê Cûdî şehîd bûye.

Yadê Wîdad, behsa hin hûrgiliyên hevdîtinên xwe yên bi rêber Ocalan re kir û got: "Di civînekê de ku rêber Ocalan tê de hazir bû, beşdarekî pirs kir ka çima tevger girîngiyê nade olê wekî ku di civakê de tê gotin. Rêber wiha bersiv da; tevger rêz dide hemû ol û baweriyan."

Yadê Wîdad anî ziman ku rêber Ocalan behsa exlaqê endamên tevgera rizgariya Kurdistanê kir û wiha domand: "Ji bo kesên ku tev li tevgera rizgariya Kurdistanê dibin exlaq tiştekî pir girîng e. Pîvanê yekemîn û sereke ji bo qebûlkirina kesan di nava tevgerê de exlaq e. Di vê de îşaretê bi girîngiya rêgezên tevgera rizgariya Kurdistanê di avakirina kadroyan de kir ku karibin civakê baş perwerde bikin."

Yadê Wîdad diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan di dawiya civînê de banga xurtkirina têkoşînê li beşdaran kir û got "Welat li benda we ye ku hûn wê rizgar bikin."

'BI ÎRADEYA XWE TEV LÊ BÛN'

Hevdîtina din a yadê Wîdad bi rêber Abdullah Ocalan re li kantona Efrînê, di merasîma ragihandina şehadeta Cemşîd de bû. Li ser vê hevdîtinê yadê Wîdad dibêje: "Rêbertî hat û hemû kesên hazir, dayikên şehîd û têkoşeran li odeya qeydkirina deng civandin û ji me pirsî hûn razî ne ku zarokên wê biçin çiya û tev li şoreşê bibin. Me hemûyan got erê."

Yadê Wîdad diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan xwest biryara tevlêbûnê bi îradeya wan be da ku zehmetiyên şer û têkoşîn û şoreşa li çiya tehemul bikin û wiha domand: "Her wiha xwest dengê me bigihîne zarokên me da ku nas bikin çi qasî em bi têkoşîna wan serbilind in. Armanca Rêbertî ji vê civînê hemû ev bû."

Yadê Wîdad her wiha anî ziman ku hezkirina welat û xeyalên avakirina Kurdistaneke azad û serbixwe xema wan a yekemîn e û diyar kir ku ev têkoşîn zemîna avakirina rihê welatparêziyê ye ku bi avakirina Rêveberiya Xweser bi encam bû.

Yadê Wîdad, hin bîranînên din ên wan civînan bi bîr xistin û got di dawiya civînê de têkoşer Xemgîn li ser berxwedana girtiyan û xwezaya Kurdistanê stran gotin.

Têkildarî zehmetiyên ku di meşandina kar de dikişand, yadê Wîdad destnîşan kir ku belavkirina fikirên tevgerê di salên destpêkê de gelek zehmet bû û sedemên van zehmetiyan wiha nîşan da: "Li gel desthilata rejîma Baasê belavkirina vî fikrî zehmet bû, her wiha piraniya malbatan ji tirsa rejîmê ev fikir qebûl nedikir."

Yadê Wîdad got: "Ji bo ku karibin xwe bigihînin malbatan û wan bi rêxistin bikin, Rêbertî ji me re pîvanek danî ku her malbatek 300 carî were ziyaretkirin, di her carekê de ku derî venedikirin an ku li wan guhdar nedikir, em dev ji wan bernedin."

Yadê Wîdad got wan belavok di nav parçeyekî caw de vedişartin û bi îdiaya ku ew diçin gel cawbir ew digihandin welatiyan. Bi vê yekê ew belavok ji îstîxbarata rejîmê vedişartin.

Her wiha diyar kir ku gelek caran şaxê ewlehiyê yên rejîma Baasê gazî wê kirine û got gelek kesên xayîn navên wan didin şaxên ewlehiyê yên hikumetê. Yadê Wîdad axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê gelê Kurd vê derfeta dîrokî winda neke, piştî ewqas têkoşîn, mafên xwe bi dest bixe û destkeftiyên xwe biparêze, her wiha xeta şehîdan bişopîne."

Yadê Wîdad mala xwe bi sembolên kurdî, wêneyê kurê xwe yê şehîd Mihemed Ebdo (Fayîq Zap) û nasnameya wî xemilandiye.

(dx)

ANHA