'Yên ku nasnameyên wan ên tirkî tunebe nikarin ji mal derkevin'

Jineke ji Girê Spî ya dagirker ji hovîtiya dagirkeran xwe xilas kir, behsa sûcên ku li wir têne kirin,  kir û got: "Çima em li ser xaka xwe û li welatê xwe têne çewisandin û bindestkirin?" her wiha hêvî kir ku QSD'ê herêmê rizgar bike.

'Yên ku nasnameyên wan ên tirkî tunebe nikarin ji mal derkevin'
23 cotmeh, 2021   05:47
EYN ÎSA – DICLE EHMED

Jina bi navê E.X ku ji ber rewşên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike ji Girê Spî ya dagirkirî xwe xilas dike û xwe dighîne herêmeke ewle. E.X bi dehan kîlometreyan li ser piyan dimeşe û xwe dighîne gundewarê rojhilat ê navçeya Eyn Îsayê ku di bin serweriya QSD'ê de ye.

E.X behsa mercên zehmet ên li Girê Spî ya dagirkirî, kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan dike.

E.X li ser rewşa bajarê Girê Spî piştî ku hatiye dagirkir dibêje ku çewisandin, zilm û nêzîkatiyên derexlaqî ji aliyê dagirkeran ve tên kirinû wiha domand: "Jiyana li bajarê Girê Spî nayê tehemulkirin, xizmetên tenduristiyê tunene. Xela heye, nirxê madeyên xwarinê buha ye, her wiha nan û sotemeî tunene."

E.X diyar kr ku para herî mezin a van binpêkirinan a jinan e û diyar kir ku sûcên her hovane, wekî revandin, kuştin û destdirêj li jinan têne kirin.

'EWLEHÎ TUNE YE'

E.X îşaret pê kir ku rewş li Girê Spî aloz e û şerê di navbera çeteyan de berdewam dike û diyar kir ku ewlehî tune ye, ji ber şerê di navbera çeteyan de piranî sivîl birîndar dibin. Her wiha anî ziman ku yê li hemberî dagirkeran rabe an dengê xwe bike wê were revandin an girtin û îşkence lê were kirin.

Li gorî E.X, ji ber sûcên dagirekran, derketina ber êvarî ji malê qedexe ye.

'PÊWÎSTIYÊN HERÎ SEREKE YÊN JIYANÊ TUNENE'

Li Girê Spî pêwîstiyên herî sereke yên jiyanê tunene, li gel wê jî nirxê hemû madeyan buha ne, her wiha rewşa tenduristiyê aloz e û azadiya nêrîn tê binpêkirin. Li ser vê yekê E.X got: "Qedexe ye ku welatî banga mafên xwe yên herî besît ê jiyanê bike, nikare bi serbestî li ser xaka xwe nêrîna xwe parve bike. "

E.X diyar kir ku ji ber van binpêkirinan û ji ber tunebna ard firne hatine girtin û wiha pê de çû: "Di van du salan de ji ber dagirkeriyê me gelek azar dîtin. Ji bo derbaskirina van aloziyan şênî neçar dimînin ku li ber malên xwe çandiniyê bikin da ku pêwîstiyên xwe yê rojane ji xwarinê peyda bikin û zarokên xwe birçî nehêlin. Êdî çandinî bûye werîsê xilasiya ji birçîbûnê ye."

POLÎTÎKAYÊN TIRKKIRINÊ

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin, dest bi polîtîkayên guhertina demografîk û tirkkirinê kirin. E.X dibêje: "Zimanê tirkî li dibistanên Girê Spî ferz kirin, li gel wê zimanê erebî tê dayîn. Her wiha nasnameya tirkî ferz li ser me ferz kiriye û em li ser xaka Sûriyê dijîn. Yên ku nasnameyên tirkî bi wan re tunebe nikarin ji mal derkevin û jiyana xwe ya rojane bi awayekî asayî derbas bikin û nikarin nexweşên xwe li nexweşxaneyên bajar derman bike an jî di bendên trafîkê re derbas bibin."

'XWEZÎ AZADÎ Û QSD'Ê VEGERIN'

Bi keseser û dilekî bi şewat E.X xweziya xwe bi rizgarkirina herêmê ji dagirkeran û vegera QSD'ê tîne û dibêje: "Çima em li ser xaka xwe û li walatê xwe têne çewisandin û bindestkirin?"

ANHA