Şerê li herêma “bêçek” dewam dike

Li herêmên “bêçek” şer û topbarana di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike.

Şerê li herêma “bêçek” dewam dike
22 cotmeh, 2021   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li eniya Mêznaz-Kefer Nûran ên gundewarê rojavayê Helebê şer û topbarana di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê ji aliyekî ve û û çeteyên dewleta Tirk ji aliyekî din ve, berdewam dike.

Li aliyekî din, hêzên hikumeta Şamê gundên Tiqad û Kefer Teal ên rojavayê Helebê, derdora bajarê Erîha yê başûrê Idlibê topbaran kir. Lê heta niha agahiyên derbarî kuştî û birîndaran de nehatine bidestxistin.

SOHR`ê duh destnîşan kiribû ku hêzên hikumeta Şamê gundê Matrem ê rojhilatê Erîhayê ku nuqteyeke leşkerî ya Tirkiyê lê heye, daye ber topan. Her wiha deverên din li rêya navneteweyî ya di navbera Erîha û Matrem de topbaran kiriye. Artêşa Tirk a dagirker jî bersiva topbaranê da û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Hamidînê yê başûrê Merat Nûman yê gundewarê Idlibê topbaran kirin.

(şx)