Çalakiya li cihê şehîdxistina Şukrî Serhad di hefteyan 3`yemîn de ye

Çalakiya li taxa Çarçira ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin, di hefteya 3`yemîn de dewam dike. Di çalakiyê vê hefteyê de banga eşkerekirina kujerên Şukrî Serhad tê kirin.

Çalakiya li cihê şehîdxistina Şukrî Serhad di hefteyan 3`yemîn de ye
22 cotmeh, 2021   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 17’ê îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker.

Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) 17’ê Îlonê serê sibehê saet di 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat gulebarankirin û şehîdxist.

37 rojin di ser şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) re derbas bûn. Lê hîn jî kujer nehatine girtin. Belgeyên ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re nehatin parvekirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandibû heya kujerên şehîd Şukrî werin eşkerekirin, ew ê her hefte li cihê Şukrî Serhet lê hatî qetilkirin çalakî lidarbixin.

Îro jî bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê di hefteya sêyem de carek din, li cihê ku Şukrî Serhad lê hatî qetilkirin kombûn û çalakiyek lidarxistin.

Li cihê bûyerê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek ji aliyê Amanc Hemereş ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de carek din hate gotin ku heya kujerên şehîd Şukrî werin girtin, ewê her hefte li cihê bûyerê kom bibin û çalakî lidarbixin. Di daxuyaniyê de bêdengî û bê helwestiya Hikumeta Herêma Kurdistanê hate şermezarkirin.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “ Belge li ber destê hêzên ewlekariyê hene, lê nayên eşkerekirin. 37 rojin bi ser şehîdbûna şehîd Şukrî Serhad re derbaz dibin, lê saziyên ewlekariyê heya niha ti belge eşkere nekirin û bersivekê nedane. Eger saziyên ewlekariyê di xizmeta gel de bin, divê ew belge ji bo raya giştî eşkere bikin. Lê gumana me ewe bê xemiya Hikumeta Herêmê ji bo veşartina belgeyan be.”

Piştî çalakiyê, welatiyan destegul danîn cihê şehîd Şukrî lê hatî qetilkirin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.