'Divê dewleta Tirk li gorî qanûna mirovî ya navnewteweyî were darizandin'

Parêzer Ronî Umran Xelef têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve, bang li civaka navneteweyî kir ku li gorî madeya 74 a qanûna navneteweyî ya urfî dewlata Tirk darizîne.

'Divê dewleta Tirk li gorî qanûna mirovî ya navnewteweyî were darizandin'
22 cotmeh, 2021   08:04
QAMIŞLO- KADAR ÎBRAHÎM

Parêzer Ronî Umran Xelef diyar kir ku li gorî qanûnên navneteweyî divê cezayên giran li ser kesên ku çekên kîmyewî li dijî gelan bi kar tînin, were birîn û got: "Ev yek berpiryartiya civaka navneteweyî ye."

Li gorî madeya 74`an a qanûna mirovî ya navneteweyî ya urfî, bikaranîna çekên kîmyewî di şerên çekdarî yên navneteweyî de qedexe ye. Ev qanûn di biryara Lahay ya têkildarî gazên jehrî, protokolên Cinêvê yên girêdayî gazan, peymana çekên kîmyewî û sîstema sereke ya dadgeha cezayan a navneteweyî de hatin destnîşankirin.

Ronî Umran destnîşan kir ku helwestên navneteweyî yên têkildarî bikaranîna çekên qexekirî de cûda ne û wiha domand: "Îran berhemên nûkerî pêş xist, ji ber vê yekê hate dorpêçkirin û ceza lê hate birîn. Niha jî dewleta Tirk gazên kîmyewî li dijî kurdan û gelê herêmê bi kar tnîe. Di sala 2019'an de li Serêkaniyê û niha jî li dijî gelê Başûrê Kurdistanê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi kar tîne, lê civaka navneteweyî bêdeng e."

Parêzer Ronî Umran bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî kurdan şeremzar kir û wiha pê de çû: "Bêdengyia civaka navneteweyî û rêxistnên hiqûqî nîşan dide ku şirîkên sûcên ku li dijî gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd têne kirin e."

Ronî Umran ji ber vê bêdengiyê hişyarî da ku dê bihêle ku dewleta Tirk çarçoveya sûcên xwe berfireh bike û ev tişt got: "Heger sînorek ji dewleta Tirk a dagirker re neyê dayîn dê çarçoveya sûcên xwe li dijî gelên herêmê berfireh bike."

Parêzer Ronî Umran bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistina mafên mirovan kir ku erka xwe ya qanûnî û mirovî li hemberî gelên herêmê pêk bînin.

(dm)

ANHA