Remziya Mihemed: Qetilkirina jina dûcanî asta herî bilind e hovîtiyê ye

Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed qetilkirina jineke dûcanî bi îşkenceya îstixbarata dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî, şermezar kir û diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker gihaştine asta herî bilind a hovîtiyê.

Remziya Mihemed: Qetilkirina jina dûcanî asta herî bilind e hovîtiyê ye
22 cotmeh, 2021   03:27
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Jineke dûcanî bi navê Nemet Behcet Şêxo (32), li Efrîna dagirkirî di girtîgeha taybet a îstixbarata dewleta Tirk a dagirker de bi îşkenceyê hat qetilkirin.

Der barê mijarê de berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed ji ajansa me re axivî. Remziya Mihemed diyar kir ku ji roja dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ve kiryarên hovane rojane li ser şêniyan hene, bi taybet li dijî jinan êrişeke pir giran û tund heye, jin tên revandin, tecawizkirin, qetilkirin û girtin.

Remziya Mihemed got kesên ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî tên rizgarkirin, ji ber îşkenceyê psîkolojiya wan xerab dibe û bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Remziya bal kişand ser bûyera herî dawî ya qetilkirina jina dûcanî û wiha dom kir: “Ev sûc asta herî bilind a hovîtiya dewleta Tirk e. Hovîtiya herî giran ku jineke dûcanî di 6 mehîbûna xwe de di bin îşkenceyê de bê qetilkirin, dewleta Tirk bi navê îslamê bang dike lê li aliyekî din hovîtiyeke wiha li ser gel dide meşandin.”  

Remziya Mihemed da zanîn ku zarokeke di zikê dayika xwe de nabe ku bê kuştin, lê ev zarok tevî dayika xwe hatiye qetilkirin û wiha got: “Ev tundiya herî giran a li ser civaka me ye ku li Efrîna dagirkirî pêk tê.”

‘DIXWAZIN DI SER JINÊN EFRÎNÊ RE PERGALA XWE YA DAGIRKERIYÊ BIDIN QEBÛLKIRIN`

Remziya Mihemed diyar kir ku jinan di şoreşa Rojava de roleke xwe ya pir mezin heye û wiha dewam kir: “Dixwazin bi rêya jinên Efrînê bibêjin hûn jin kengî serî rakin, em dikarin serê we bitewînin û em dikarin we tune bikin. Rojane dewleta Tirk û çeteyên wê sûcan dikin û dixwazin pergala li gorî xwe li Efrîna dagirkirî bidin avakirin.”

Remziya Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê çi qasî tundiyê li ser me bidin meşandin civaka me rastiyeke xwe heye, şoreşa xwe nas kiriye û ev şoreş dê civakê ji dagirkeriyê xelas bike.”

Remziya Mihemed destnîşan kir ku jinên li herêmên dagirkirî her wiha tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala avabûyî nas kiriye û dixwazin ji wê dagirkeriyê xelas bibin, jin li dora rêxistinên xwe dibin yek.

Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em vê tundiyê şermezar dikin, em bang li saziyên mafên mirovan û saziyên navneteweyî dikin ku dengê xwe bilind bikin da ku ev tundî ji ser civaka me bê rakirin. Divê li van bûyeran çavên xwe vekin û divê ji dagirkeriya dewleta Tirk re bibêjin êdî bes e. Em nema kiryarên dewleta Tirk a dagirker qebûl dikin.”

ANHA