Bi hezaran şehîd Hemze û Faris oxir kirin

Cenazeyên şehîd Hemze Hemze û Faris Mezî bi merasîmeke girseyî  ji aliyê bi hezaran kesî ve li goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê hatin veşartin.

Bi hezaran şehîd Hemze û Faris oxir kirin
21 cotmeh, 2021   17:02
KOBANÊ

Hemze Hemze û Fairs Mezî duh di êrişa balafira bi mirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyekê li taxeke Kobanê de şehîd bûn.

Bi hezaran şêniyan cenazeyê her du şehîdan hildan ser milê û bi peyan berî dan goristana Şehîd Dicle ya li başûrê bajarê Kobanê. Şêniyan wêneyan şehîdan û pankartên şermezarkirina rola Rûsya wekî garantorê agirbestê hatin hildan û diruşmeyên "Şehîd Namirin" berz dikirin.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin. Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endamê Desteya Rêveber a PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo axivî û diyar kir ku Rûsya bi bêdengiya xwe dibe hevkarê sûcên dewleta Tirk a dagirker.

Şêxo bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk di dîrokê de li dijî kurdan pêkanîne û got: "Ev komkujî vîna gelê Kurd neşkenand. Girseya mezin a ku her du şehîdan oxir dike delîlê vê yekê ku îradeya gel li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk xurt e û tu carê naşkê, gel bêyî terdudu li ser şopa şehîdên xwe dimeşe."

Ehmed Şêxo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi destê xayînan dixwaze tirsê di nav şêniyan de belav bke û got: "Divê her fereke ji civaka me endamekî hêzên ewlekariyê be da ku civaka xwe ji dijmin û xayînên ku ewldanên me şehîd xistine, biparêze. "

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer jî axivî, sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û ev tişt got: "Ev êrişên li ser herêmên me nû ne. Dewleta Tirk gelek caran bi destên komên çete êriş kir lê têk çû, paşê bi rêya DAIŞ'ê êriş kir û careke din têk çû, herî dawî bi xwe destwerdan kir û êriş kir, lê nikarîbûn armancên xwe pêk bîne. Ji ber vê yekê bi destê xayînan û bi rêya balafirên bê mirov êriş dike."

Koçer got, li Kobanê du şoreş li dar ketin, ya yekemîn li ser asta cîhanê ye, şoreşa 19'ê Tîrmehê jê dest pê kir û ya duyemîn jî destpêka têkbirina DAIŞ'ê bû.

Hesen Koçer bi domdarî got: "Cihê xayînan li Kobanê tune ye, lê cihê şehîd, berxwedêr û têkoşeran e ku navê wan li tevahî cîhan deng veda. Ev têkoşer xwediyên rûmet û vînê ne û xayînan di nav xwe de qebûl nakin."

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk ji ber lawazbûna xwe bi hinceta terorê gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û got, Tirkiyê bi xwe destekê dide terorê û gelek belge hene vê yekê piştrast dike.

Hevserokê Meclisa KAntona Kobanê Ferhan Kobanê bi navê malbatên her du şehîdan axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Tirkiyê bi van êrişan nikare gelê herêmê bişkîne. Em ê têkoşînê berdewam bikin û heya serkeftinê li ser xeta wan şehîdan bimeşin."

Piştî axaftinan nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin. Malbat û hevalên her du şehîdan cenaze hilgirtin ser milê xwe û bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

ANHA