Ebdî: Bombekirina sivîlan li Kobanê hewldaneke ji bo gûrkirina şer e

Mezlûm Ebdî sersaxî da malbatên sivîlên ku di êrişa duh a dewleta Tirk a dagirker a li Kobanê şehîd bûn û got: " Bombekirina sivîlan li Kobanê hewldana proveksyonê ye, armanc jê şer li herêmê gur bike."

Ebdî: Bombekirina sivîlan li Kobanê hewldaneke ji bo gûrkirina şer e
21 cotmeh, 2021   16:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişa duh a dewleta Tirk  a bi balafireke bê mirov a li dijî erebeyeke sivîlan li Kobanê ku di encamê de 2 kes şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn, Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî postek li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir.

Ebdî got: " Di demeke ku hemû Sûrî daxwaza aramiyê dikin, dagirkeriya Tirk lihevkirinan bin pê dike. Bombekirina sivîlan li Kobanê hewldana proveksyonê ye, armanc dike şer li herêmê gur bike. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bang li aliyên garantor dikin ku bi erkên xwe rabin."

ANHA