Rêxistinên jinan vekirina "Nivîsgeha Pirjiniyê" şermezar kir

Tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirina "Nivîsgeha Pirjiniyê" li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin şermezar kir û bi binpêkirina tevahî rêgez û qanûnên navneteweyî yên taybet bi jinan wesif kir.

Rêxistinên jinan vekirina "Nivîsgeha Pirjiniyê" şermezar kir
21 cotmeh, 2021   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî vekirina "Nivîsgeha Pirjniyê" ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li herêma Ezazê ya dagirkirî, tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke hevbeş da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji destpêkirina tevgera aştiyane ya li Sûriyê, jin bi xurtî tev li bûn û rola wan di pêkanîna destkeftiyan ji jinên Sûriyê re mezin bû. Ji ber ku jin bûbû qurbanê adat û kecneşopiyan û ji hêla rejîmên desthilatiya Sûriyê kontrol dikirin ve dihatin paşguhkirin û dûrxistin. Lê jinan xwe pêş xist, xwe parastin û sazûmaniyeke xwe ava kir ku mafên xwe yên rewa bizane û hewl da civakeke tê de edaletû wekhevî û nirxên exlaqî hebe, ava bike.

Lê her tim jin di astengî û hewldanên qelskirina rola wan û mehrûmkirina ji mafên wan re derbas dibûn. Em dibînin ku sûcên li dijî jinan zêde bûne û gihaştine astên xeternak; ji qetilkirin, revandin û zewicandina bi zorê. Nexasim jî ev yek li herêmên di bin serweriya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de pêk tên ku di vê dawiyê de Nivîsgeha Pirjiniyê li Ezazê ava kir. Ev yek jî li dijî jinan û mafên wan sûcekî mirovahiyê ye.

Em tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me li hember rêxistina herî terorîst li cîhanê DAIŞ'ê li ber xwe da û me ew têk bir. Her wiha me di sazî û tevgerên jinan de ji bo mafên xwe yên rewa têkoşiya û me destkeftiyên mezin di gelek aliyan de bi dest xistin, nemaze qanûn taybet bi jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em vekirina Nivîsgeha Pirjiniyê şermezar dikin, ji ber ew yek binpêkirina eşkere ji tevahî rêgez, mîsaq, urf û qanûnên navneteweyî yên taybet bi jinan e û armanca wê şikandina vîna jinan û têkbirina têkoşîna wê ya ji hezar salan ve ye.

Bi hev re ji bo bidawîkirina azarên jinan û avakirina civakeke tê de wekhevî û edalet heye."

Navên tevger û rêxistinên ku ev daxuyanî îmze kiriye, ev in:

Komîteya Çalakiyên Tevgerên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Meclisa Jinên Sûriyê

Meclisa Jinan a PYD’ê

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê

Kongreya Star

Yekitiya Jinên Suryan

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê

Nivîsgeha jinan a TEV-DEM’ê

Yekitiya Jinên Ciwan

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan.

(fr)

ANHA