PDK'ê ev cara duyemîne ku daxwazên Dayikên Aştiyê red dike

Hêzên PDK'ê peyama Dayikên Aştiyê yên wergirtina cenazeyê herdu şehîdan wernegirtin. Dayîkên Aştiyê jî li ser pira navbera Başûr  û Rojava de çalakî lidar xistin.

PDK'ê ev cara duyemîne ku daxwazên Dayikên Aştiyê red dike
PDK'ê ev cara duyemîne ku daxwazên Dayikên Aştiyê red dike
PDK'ê ev cara duyemîne ku daxwazên Dayikên Aştiyê red dike
PDK'ê ev cara duyemîne ku daxwazên Dayikên Aştiyê red dike
PDK'ê ev cara duyemîne ku daxwazên Dayikên Aştiyê red dike
21 cotmeh, 2021   10:06
 QAMIŞLO

Komek ji 21 endamên Dayikên Aştiyê li ber konê xwepêşandanê yê deriyê Sêmalka yê li bajarê Dêrikê kom bûn û berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê da ku daxwaza wergirtina cenazeyên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî, bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Raman û Cûdî li Xelîfanê di kemîna çekdarên PDK'ê û Leşkarên Roj de şehîd bûbûn.

Hêzên PDK'ê peyama Dayikên Aştiyê ya ku ji bo hikumeta Herêma Kurdistanê re nivîsandibûn, wernegirtin. Her wiha PDK        `ê hewl dan rojnamevanên ku çalakî dişopandin asteng bikin.

Di peyama Dayikên Aştiyê de daxwaza wergirtina cenazeyên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî hate kirin.

Ji ber ku hêzên PDK'ê name ji destê wan negirt, dayikan çalakî li ser pira di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de li dar xist.

Di heman çarçoveyê de, Dayikên Aştiyê piştrast kirin ku ew ê çalakiya xwe li deriyê Sêmalka bidomînin heya ku cenazeyên her du şehîdan werdigirin.

Ev cara duyemîn e ku Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî diçin deriyê Pêşxabûr, lê PDK'ê bersiva daxwazên wan nade.

(dx)

ANHA