​​​​​​​CENTCOM’ê soza bersivandina êrişa li ser baregeha Tinifê da

CENTCOMÊ ragihand ku dê bersiva êrişa li dijî baregah Tinifê bide. Her wiha diyar kir ku êriş plankirî bû û wan dest bi lêkolînê kiriye.

​​​​​​​CENTCOM’ê soza bersivandina êrişa li ser baregeha Tinifê da
21 cotmeh, 2021   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku dê di demeke guncaw de bersiva êrişa li dijî baregeha Tinifê bide.

Her wiha diyar kir ku êrişa li ser baregehê plankirî bû, bi rêya dronan hatiye kirin û got dê der barê bûyerê de lêpirsînê çêke.

Russia Today ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewlehî yên iraqî yên girêdayî Koalîsyona Navneteweyî, ragihand ku 5 balafirên bombebarkirî baregeha Tinifê kiriye hedef û got êriş ji hundirê xaka Sûriyê hatiye kirin, ne ji xaka Iraqê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) şeva çarşemê ragihand ku dengê teqînan ji baregeha Tinifê hatiye bihîstin. Teqîn di encama hedegirtina dronan ji depoya madeyên xwarinê û mizgefta li baregehê rû daye.

Tê zanîn ku ev cara yekemîn e baregeha leşkerî ya Tinifê rastî êrişeke bi vê awayî tê.

(bx)