​​​​​​​Dewleta Tirk û çeteyên wê li Til Temirê dibistan û perestgeh wêran kirin

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku dewleta Tirk 5 avahiyên perwerdeyê û 2 parestgeh wêran kirine, şêniyên 54 gundên navçeya Til Temirê koçber kirine. Her wiha ava stasyona Elokê zêdetirî 20 caran qut kiriye ku di encamê de nîv milyon kes bê av ma.

​​​​​​​Dewleta Tirk û çeteyên wê li Til Temirê dibistan û perestgeh wêran kirin
21 cotmeh, 2021   07:01
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb got: "Ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir, sivîlên li her du bajaran koçber bûn. Dagirkeriya Tirk hemû peymanên navneteweyî binpê kirin û bajarê Serêkaniyê dagir kir ta gihaşt nêzî navçeya Til Temirê."

'54 GUNDÊN NAVÇEYÊ JI BER DAGIRKERIYA TIRK VALA BÛN'

Mele Eyûb diyar kir ku 31 gund girêdayî navçeya Til Temirê ne û ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin. Her wiha 23 gundên li ser eniyên şer bi dewleta Tirk re, vala bûne.

Mele Eyûb destnîşan kir ku bi hatina dewleta Tirk û çeteyên wê nêzî navçeyê re, sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin û wiha dom kir: "Ew rojane sûcan pêk tînin, milkên sivîlan talan kirin û şewitandin û malên wan wêran kirin."

Mele Eyûb daxuyand ku piştî ku şênî koçber bûne, çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê milk û malên wan dizîn.

‘20 CARAN AV BIRÎN’

Mele Eyûb got dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 20 caran ava stasyona Elokê li ser navçeyê û bajarê Hesekê qut kir. Ev bû sedem ku zêdetirî milyonek kes ji ava vexwarinê mehrûm bibin. Her wiha dewleta Tirk bi rêya qutkirina ava çemê Xabûr, hewl dide aboriya herêmê têk bibe ji ber ku şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê dikin û zeviyên xwe bi ava çem av didin.

Mele Eyûb destnîşan kir ku hedefgirtina berdewam a dewleta Tirk a li ser navçeyê, bû sedema têkçûna binesaziyê, rewastandina torên kehrebeyê û şewitandina berhemên çandiniyê yên li gundên dagir kirine û yên li ser eniyên şer.

‘SÛCÊN ÇETEYÊN DAIŞ`Ê TÎNIN BÎRA ŞÊNIYÊN NAVÇEYÊ’

Mele Eyûb piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker rasterast navendên perwerdeyê û cihên pîroz dike hedef û got: "Dewleta Tirk 5 dibistanên navçeyê, mizgeftên gundên Tawîlê û Derdara û goristanên şehîdan ên Asûriyan wêran kirin."

Mele Eyûb bûyer û sûcên li dijî navçeya Til Temirê sala 2015`an pêk hatine, bi bîr xistin û got: "Ev hemû tişt tîne bîra me dema çeteyên DAIŞ'ê dêr kirin hedef û wêran kirin."

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb piştrast kir ku tiştên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike li gorî qanûnên navneteweyî sûcên şer in û li dijî mirovahiyê ne û bang li rêxistinên mafên mirovan û NY'yê kir ku bi lez destwerdanê bikin, van sûcan belge bikin û dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber sûcên ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, bidarizînin.

(dx)

ANHA