Rêveberiya Xweser: Êrişa Kobanê tolhildana DAIŞ`ê û îsrara derbkirina îstiqrarê ye

Rêveberiya Xweser hedefgirtina erebeya hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Kobanê Bekir Ceradê şermezar kir û teqez kir ku ev êriş ji bo tolhildana DAIŞ`ê ye û îsrareke eşkere ya derbkirina îstiqrara herêmê ye.

Rêveberiya Xweser: Êrişa Kobanê tolhildana DAIŞ`ê û îsrara derbkirina îstiqrarê ye
21 cotmeh, 2021   06:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh balafireke bêmirov erebeyeke sivîl li pêşiya Meclisa Edaletê ya li taxa Kobaniya Nû ya bajarê Kobanê hedef girt.

Derbarê mijarê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

 “Hedefgirtina erebeya hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweser a Kobanê Bekir Ceradê di 20`ê Cotmehê de ji aliyê dewleta Tirk ve ku bi rêya dronekê pêk hat û di encamê de Bekir Ceradê û hin sivîlên din birîndar bû û 2 karmendên din ên rêveberiyê şehîd bûn, îsbat dike ku dewleta Tirk êriş û hovîtiya xwe li dijî gelê me didomîne. Her wiha ev îsrareke eşkere ya derbkirina ewlehiya herêmên me piştrast dike. Ev êrişa hemwextî gefên domdar ên dewleta Tirk diyar dike ku ew bi piştgiriya çeteyan û terorîstan dike. Her wiha bi rêya tunekirina destkeftiyên ku gelê me û Koalîsyona Navneteweyî bi dest xistine, dixwaze tola DAIŞ`ê hilîne.

Em piştrast dikin ku dewleta Tirk bi rêya êriş û gefên domdar ên dewleta Tirk û sûcên li herêmên dagirkirî, piştgiriya projeya terorê dike û rê li parçekirinê vedike, hewldanên çareseriyê û lihevkirina sûrî-sûrî sînordar dike. Ev yek li ser pêşeroja gelê Sûriyê xeter e. Lewra em bang li hêzên çalak dikin û di nav de Rûsya ku wek hêzeke garantor li herêmê ye, her wiha Koalîsyona Navneteweyî ku di tunekirina DAIŞ`ê de hevkar e, her wiha bang li civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku bi erkên xwe rabin, rê li pêşiya van êrişan bigire. Her wiha ji ber binpêkirina lihevkirinên ku di vê dawiyê de çêbûne, hesabê ji dewleta Tirk bixwazin.”

(şx)