SOHR: Dronên nenas êrişî baregeha Tinefê kir

Li gorî SOHR`ê, dronên nenas êrişî baregeha Tinefê ya girêdayî Koalîsyona Navneteweyî kiriye.

SOHR: Dronên nenas êrişî baregeha Tinefê kir
20 cotmeh, 2021   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got dengê teqînan ji baregeha Tinefê ya leşkerî ya girêdayî Koalîsyona Navneteweyî hatiye bihîstin. Ji ber hedefgirtina dronan ji depoyeke madeyên xwarinê û mizgeftekê re ev teqîn pêk hatine.

Lê SOHR` diyar nekir ê dron girêdayî kê ne.

Her wiha SOHR`ê diyar kir ku li herêma 55 kîlometrekab a li nêz baregeha Tinefê ya li sêgoşeya sînorên Iraq, Urdin û Sûriyê artêşa Mexawîr El-Sewra ketin liv û tevgerê. Tê bibîrxistin ku hêzên Brîtanî li vê baregehê hene.

Her wiha ev cara yekemîn e ku baregeh rastî mîna van êrişan tê.

(şx)