​​​​​​​Xiyanet metodek e ne rewşeke awarte ye

​​​​​​​Xiyanet metodek e ne rewşeke awarte ye
21 cotmeh, 2021   00:46

GÎVARA ŞÊX NÛR

Berê û niha jî di hemû pîvanên asîmanî de xiyanet wekî şerm û gunehekê dihat dîtin û nayê efûkirin. Pêxemberê misilmanan xiyanet bi "Perdeya herî xerab" bi nav kir ku tişta herî zêde mirov wê ji yên din vedişêre.

Gelek lêkolîner dibêjin ku gelo diyardeya xiyanetê ya di pêvajoya dîrokê de hatiye dîtin, rewşeke awarte û nehatiye ragihandin an rêbazekî tê şopandin e? Lê Rêber Abdullah Ocalan em fêr kirine ku em hikumekî pêşwext nedin û li gorî tecrûbeyan binirxînin.

Kesên ku rewşa Kurdan dişopînin her tim dibin şahidê ku PDK`ê ji dema hatiye avakirin ve rêya wê diyarker bû û li dijî gelên xwe û her kesî siyaseta darbakirinê dida meşandin. Ev yek jî bi demê re veguherî xiyanetê. Vê partiyê ji destpêka damezrandinê ve wekî xizmetkarê Tirkiyê tev digeriya, heta dewleta Tirk çi bixwesta jî bi rêya wê pêk dianî.

Ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker di demên derbasbûyî de êrişî Başûrê Kurdistanê kir, li dijî sivîlan gelek komkujî pêk anîn ku di encamê de rûbereke mezin ji erdên çandiniyê û daristanên li gundên sînorî hatin şewitandin, her wiha çekên kîmyawî ku di qada navneteweyî de qedexekirî ne, bi kar anîn û welatparêz şehîd xistin, lê PDK`ê behsa van sûcên dewleta Tirk nake û dezgehên çapemeniyê yên girêdayî wê li şûna ku bang li dagirkeriya Tirk bike ku hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne; bang li têkoşerên PKK`ê dike ku  gerîlayên xwe ji wir vekişîne. Ev jî asta têkiliyên di navbera wê û dewleta Tirk a dagirker de eşkere dike.

Derbarê rewşa vê partiyê  li Iraqê de, gotina ku li ser dîwarekî li bajarê ez lê dimînim hatiye nivîsandin, bala min kişand ku ew jî ev e "We Kerkûk firot û we Şengal jî firot, xwedê dizane ka hûn ê çiyê din jî bifiroşin."

Dibe ku ev axaftineke kurt be, lê gelek wateyan dide, ji ber ku xiyaneta PDK`ê bûye rêbazekî ku ew kesên xiyanet li erd, gel û dîrokê dikin, dide meşandin.

PDK’ê bi hemwextî rizgarkirina Reqayê ji hêla QSD’ê ve Kerkûk radestî hêzên Heşd Şabî kir, şîrovekar dibînin ku ev yek bi armanca lawazkirina serkeftinên QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û têkbirina paytexta "Xîlafetê" ye. Li asîmanê Reqayê alên QSD’ê bilind bûn, lê Heşd El-Şebî li Kerkûkê pêlî alên Kurd kir, ev yek ne tesaduf bû û peyamek ji bo derbekirina serkeftina Reqayê bû.

Di heman demê de komkujiya Şengalê ya ku li dijî Kurdên êzidî pêk hat, gelek çavdêr wê wekî "Komkujiya sedsala 21`ê" bi nav dikin, yek ji hovîtrîn komkujiyên di serdemê de pêk hatiye. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê bi hezaran şêniyên wê herêmê qetil kirin, bi hezaran jin revandin û ew li bazarên bajarê Reqa yê Sûriyê û Mûsilê firotin ku mezintirîn bajarên ku li herêmê DAIŞ`ê ew dagir kirine. Li vir PDK`ê berpirsyara yekem a vê komkujiyê ye, ji ber ku hêzên wê ji Şengalê reviyan û sivîl di nav destên DAIŞ`ê de hiştin.

Di Hezîrana 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê bajarê Mûsilê dagir kir û miqdareke cebilxane û çek desteser kirin, piştre bi piştgiriya dewleta Tirk û PDK`ê çeteyan berê xwe da herêma Şengalê û dagir kir. Ji ber hêzên PDK’ê ji Şengalê revîn û sivîl li hehmber hovîtiya DAIŞ’ê hiştin, Şengal hat dagirkirin.

Di encamê de her çiqasî ku mirov sedeman ji wan kesan re bibîne, lê dîsa jî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi nûnertiya PKK’ê xiyanetê didin meşandin û mixabin PDK`ê li rehetiya dewleta Tirk digere. Di heman demê de xiyaneta ku ev partî pêk tîne bandoreke mezin li doza Kurd dike.

Di dawiyê de dixwazim gotina serokê Fransayê Napoleon Bonaparte bi bîr bixim dema gotibû "Xayînê welatê xwe wekî dizekê pereyên bavê xwe ye da ku dizan têr bike, ne bav wî efû dike ne jî diz spasiya wî dikin."

(eh)