ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-10-2021`AN

ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-10-2021`AN
20 cotmeh, 2021   23:00

-Partiya Sûriya Pêşerojê li gundewarê rojavayê Dêrazorê panelek bi navnîşan Koçberî û encamên wê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamên Yekitiya Cotkaran a herêma Cizîrê serdana çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan şehîdên mehên Îlon û Mijdarê bi bîr tînin saet 16:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Pisporê terorîsta navneteweyî Munîr Edîb da zanîn ku dewleta Tirk li beramberî çavên civata navneteweyî çekên kîmyewî li dijî sivîlan bi kar tîne û destnîşan kir ku alozî di meclisa ewlehiyê de heye.(BI WÊNE)

- Hevserokê meclisa navçeya Til Temir Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku dewleta Tirk 5 avahiyên perwerdehiyê û du cihên parestgehê wêran kirine, şêniyên 54 gundên navçeya Til Temir koçber kirin, her wiha stasyona Elok zêdetirî 20 caran qut kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakvan û nivîskarê siyasî yê sûrî Dr.Ehmed El-Dirzî dewleta Tirk bi pêkanîna teqîna li Şamê tawanbar kir. El-Dirzî sedemên vê tawanbaweriyê vegerand, fişarên ku Rûsyayê derbarê Idlibê li ser dewleta Tirk ferz dike û metirsiyên wê ji ber lihevkirina Rûsya û Amerîkayê. Her wiha bang li sûriyan kir ku li hemberî gefên Tirkiyê yên li dijî wan bisekinin. (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê naskirina encamên civînên komîteya destûrê red kirin û got: "Destûr tê wateya hevpeymaneke civakî ku rewabûna xwe bi rêya beşdariya her kesî ya ji biryar û nivîsandinê re qezenc dike." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Siyasetmedarên Partiya Pêşxistin û Guhertinê ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku rêya yekane ya sekna li hemberî êrişan hevgirtin e. Her wiha diyar kir ku hêzên garantor ên li Sûriyê di hedefgirtina herêmê de şirîk in.(BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

-Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê diyar kir ku rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê îsbat kir ku îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayê şikandin û  gelên herêmê xwedî projeyeke niştimanî demokratîk a di çarçoveya têgîna Sûriyeke nenavendî de ye. Her wiha got, Tirkiyê roleke mezin di astengkirina çareseriya siyasî li Sûriyê dilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Berê û niha jî di hemû pîvanên asîmanî de xiyanet wekî şerm û gunehekê dihat dîtin û nayê efûkirin. Pêxemberê misilmanan xiyanet bi "Perdeya herî xerab" bi nav kir ku tişta herî zêde mirov wê ji yên din vedişêre.

KURDISTAN

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê piştgiriya xwe bi xwepêşandêrên li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê re anîn ziman, her wiha kiryarên PDK`ê û îxaneta wê li gelê Kurd bi “rûreşiyê” bi nav kirin.

JIN

-Kombûna Jinan a Zanûbyayê li Minbicê têkildarî vekirina nivîsgeha pirkiirna jinan li Ezazê daxuyanî dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Naîle Mehmûd kuştina jina ducanî Nemet Şêxo ji aliyê MIT`ê ve li Efrîna dagirkirî şermezar kir. Her wiha bêdengiya rêxistinên jinan û mafên mirovan li hember vê “sûcê hov” rexne kir.

- Li herêma Cizîrê bi hezaran jin di nava saziyan de dixebitin, ji ber wê yekê cihê Bexçeyên Zarokan jî pir dibin. Di Bexçeyên Zarokan de zarok bi gelek şêwazên çalakiyan tên perwerdekirin, her wiha hemû dayîkên ku di saziyan de dixebitin, dikarin zarokên xwe tê de bi cih bikin.

ÇAND Û HUNER

-Îro 3`yemîn Mîhrîcana Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan bi dirûşma Bi taybetmendiya jinên ciwan wê şoreşa çandî geş bibe li stada Heysem Keco ya li Qamişloyê li dar dikeve saet 14:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA