Mîrê Ebû Zabî bi rêya telefonê bi Beşar El-Esed re axivî

Li gorî çapemeniya fermî ya Îmarat û Şamê, îro mîrê Ebû Zabî Mihemed Bin Zayid El-Niheyan îro bi rêya telefonê bi serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed re axivî. Her du aliyan hevkariya hevbeş û têkiliyên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.

Mîrê Ebû Zabî bi rêya telefonê bi Beşar El-Esed re axivî
20 cotmeh, 2021   18:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Îmaratê got: “Mîrê Ebû Zabî û serokkomarê Sûriyê bi rêya telefonê têkiliyên di navbera her du welatan de, rêbazên xurtkirina hevkariya hevbeş di hemû waran de nîqaş kirine.”

Ajansê wiha berdewam kir: “Di peywendiyê de rewşên li Sûriyê, li herêma Rojhilata Navîn û dozên hevbeş gotûbêj kirin.”

Ajansa SANA`yê ya girêdayî Şamê wiha got: “Her duyan têkiliyên dualî, rêbazên xurtkirina wê, warên hevkariya dualî û meşandina xebatên hevbeş ji bo pêşxistina wan têkiliyan bûne rojeve peywendiyê.”

Di çarçoveya guhertinên nû yên têkildarî dosyaya Sûriyê de çêbûne û hewldanên Rûsyayê ji bo ku Sûriyê ji tecrîda li ser hatiye ferzkirin derxe, ev peywendî pêk hat.

(şx)