Komîteya Şilêr a Zarokan dest bi kampanya parastina zarokan kir

Komîteya Şilêr a Zarokan bi rêya çalakiyekê kampanya bi dirûşmeya “Zarokên me hêviya pêşerojê ne” ragihand. Dê ev kampanya heta 23`yê Cotmehê li deverên cuda dewam bike.

Komîteya Şilêr a Zarokan dest bi kampanya parastina zarokan kir
Komîteya Şilêr a Zarokan dest bi kampanya parastina zarokan kir
Komîteya Şilêr a Zarokan dest bi kampanya parastina zarokan kir
Komîteya Şilêr a Zarokan dest bi kampanya parastina zarokan kir
Komîteya Şilêr a Zarokan dest bi kampanya parastina zarokan kir
20 cotmeh, 2021   15:39
QAMIŞLO

Komîteya Şilêr a Zarokan derbarê ragihandina kampanyekê ji bo parastina zarokan ji her cureyên êrişan, îro li pêşiya Şaredariya Gel a Qamişlo çalakiyek li dar xist. Çalakî bi amadebûna bi dehan zarokan û bi hildana pankartên "bila li dijî zarokan tundî neyê kirin" û "Em dixwazin fêr bibim` li dar ket.

Di çalakiyê de zarokan wêneyên zarokên ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de hatine birîndarkirin an kuştin hildabûn. Piştre daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Şilêr a Zarokan Sîlva Şêxmûs ve bi zimanê erebî û kurdî hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Zarok hêvî û pêşeroja mirovahiyê ne, zarok ji roja ku ji dayik dibin de mafên wan hene ku jiyaneke baş û azad bijîn, heya ku ew bigihêjin temenê mezin divê ew werin parastin.

Em Komîteya Zarokan a Şilêr kampanya xwe ya li dijî tundiya li ser zarokan, destdirêjî,  zewaca bi temenê biçûk û parastina zarokan bi dirûşmeya “Zarokên me hêviya pêşerojê ne” dest pê dikin.

Li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê zarok bi sedema şer û xizantiyê rojane rastî tundiyê tên. Hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin dagirkeriyê de ne, êrişên dagirkeran û koçberî bandorê li ser zarokan dikin, jiyana zarokan dixin bin xeteriyê; bi sedan zarok ji ber wan êrişan hatine kuştin, birîndar kirin û derûniya wan xerab bûye.

Bi hezaran zarok ji warên ku lê mezin bûn e, hatine koçberkirin. Divê em zarokên xwe ji her cureya êrişan biparêzin û ji bo wan jiyaneke azad û wekhev misoger bikin.

Em bang li UNICEF û rêxistinên ku doza parastina zarokan dikin li beramberî dagirkeriya ku zarokan dikuje derkevin û zarokan biparêzin.”

Dê ev çalakî heta 23`yê Cotmehê li deverên cuda dewam bike.

(sb)

ANHA