Xwepêşandêrên li Sêmalka çalakiya xwe di roja 16`emîn de dewam dikin

Odeya Pîşesaziyê û Yekitiya Endeziyaran a Herêma Cizîrê îro li pêşiya dergehê Sêmalkayê kom bûn û helwesta PDK`ê û êrişên wê li dijî gerîla şermezar kir û wekî “îxanet û derbeya li piştê” bi nav kirin.

Xwepêşandêrên li Sêmalka çalakiya xwe di roja 16`emîn de dewam dikin
Xwepêşandêrên li Sêmalka çalakiya xwe di roja 16`emîn de dewam dikin
Xwepêşandêrên li Sêmalka çalakiya xwe di roja 16`emîn de dewam dikin
Xwepêşandêrên li Sêmalka çalakiya xwe di roja 16`emîn de dewam dikin
Xwepêşandêrên li Sêmalka çalakiya xwe di roja 16`emîn de dewam dikin
Xwepêşandêrên li Sêmalka çalakiya xwe di roja 16`emîn de dewam dikin
Xwepêşandêrên li Sêmalka çalakiya xwe di roja 16`emîn de dewam dikin
Xwepêşandêrên li Sêmalka çalakiya xwe di roja 16`emîn de dewam dikin
Xwepêşandêrên li Sêmalka çalakiya xwe di roja 16`emîn de dewam dikin
20 cotmeh, 2021   15:10
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li dergehê Sêmalkayê di roja 16`an de berdewam dike. Welatî, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yê ku tev li çalakiyê bûne îxaneta PDK`ê şermezar kirin û banga radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem kirin.

Bi sedan endamên Yekitiya Odeya Pîşesaziyê û Yekitiya Endeziyaran a herêma Cizîrê tev li çalakiyê bûn. Beşdaran wêneyên şehîdên Xelîfan, wêneyên şehîd Tolhildan û Serdem, al û sembolên kurdî rakirin.

Li pêşiya dergehê Sêmalka beşdaran deqeyeke rêzgirtin girtin, piştre Yekitiya Odeya Pîşesaziyê û Yekitiya Endeziyaran a herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Hevserokê Odeya Pîşesaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ekrem Silêman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev yek hate destnîşankirin: "Li gel gefên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ên li hemû parçeyan, bûyerên diqewimin û bi taybet destwerdana leşkerî li Başûrê Kurdistanê û Rojava re, qonaxeke hesas û girîng e di têkoşîna gelê Kurd de.

Helwesta PDK`ê û kiriyarên wê xizmeta yekitiya Kurdan nake û parçebûn û dijminahiyê di navbera aliyê kurdî yên li parçeyên Kurdistanê de derdixe. Ji lew re em helwesta PDK`ê û hedefgirtina lehengên gerîla wekî xiyanet û derbeya li piştê bi nav dikin.

Şehîdxistina komeke gerîla ya bi destê PDK`ê û alîgirên wê, her wiha neradestkirina cenazeyên wan li dijî nirxên gelê Kurd in û kiryareke derexlaqî ye û li dijî pîvanên mirovahiyê, civakî û kurdîtiyetê ye.

Em  bang li tevahiya hêzên civakî, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl ên li Başûrê Kurdistanê û parçeyên Kurdistanê yên din dikin ku van kiryarên îxanetê şermezar bikin.

Her wiha bang li saziyên navneteweyî dikin ku ev kiryarê dermirovî û yê li dijî pîvanên navneteweyî  şermezar bike û zextê li PDK`ê bike ku cenazeyan radestî malbatên wan bikin."

Sibê dê Yekitiya Cotkarên Herêma Cizîrê tev li çalakiya konvedanê bibin.

(eh)

ANHA