Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî bi rêxistinên sivîl re nîqaş kir

Rêxistina Mary îro bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya da ku beşên tev li diyalogên hevpeymana civakî nebûne, bên beşdarkirin.

Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî bi rêxistinên sivîl re nîqaş kir
Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî bi rêxistinên sivîl re nîqaş kir
Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî bi rêxistinên sivîl re nîqaş kir
Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî bi rêxistinên sivîl re nîqaş kir
Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî bi rêxistinên sivîl re nîqaş kir
Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî bi rêxistinên sivîl re nîqaş kir
Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî bi rêxistinên sivîl re nîqaş kir
Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî bi rêxistinên sivîl re nîqaş kir
Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî bi rêxistinên sivîl re nîqaş kir
20 cotmeh, 2021   14:38
REQA

Civîn bi beşdariya rêxistinên Mary û TIVEN, cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer û Emîne Osê, hevserokê Meclisa Giştî Ferîd Etê û cîgirên wan Yasir Silêman û Etî El-Hiweydî û hejmareke atkîvîsit, sivîl û siyasetmedar li navenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li dar ket.

Rêxistina Mary civînên bi vê rengî li Qamişlo û Dêrazorê jî li dar xistibûn û îro jî li Reqayê li dar xist, da ku bigihîje prensîb û pêşniyaran û bi komîteya ji nûve sazkirina hevpeymana civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, parve bike.

Endamên rêxistina Mary Zehûr El-Bisêr û Fatih Qendîl rûnişt bi rêve bir. Di rûniştinê de rêgezên bingehîn, giştî, mafên sivîl û siyasî yê hevpeymana civakî hatin xwendin.

Piştî xwendina pêşniyarên ku rêxistinên Mary û TIVEN ji komîteya Rêveberiya Xweser re pêşkêş kirine, deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer axivî û got: "Divê form û qanûnên bandoreke neynînî li gel û siyasetê nakin; werin dîtin. Qanûn tê wateya pêşxistina tevgera gel, ji lew re divê exlaqê civakê esas were girtin."

Hesen Koçer ev li gotina xwe zêde kir: "Şer û krîzên aborî, ambargo û komployên navneteweyî dibin sedem ku em van bendan heta demekê nîqaş bikin. Dema em naskirina bi van herêman qezenc bikin, dê beyî astengî ev bend werin pêkanîn, ji ber ku hewcedariya van bend û prensîban bi referamdûmê heye da ku hîn zêdetir rewşa gel were naskirin."

Hesen Koçer di dawiyê de ev axaftin kir: "Dibe ku hin qanûn hebin û heta demeke dirêj neyên pêkanîn, mînaka wê jî qanûna Erka Xweparastinê ye anku leşkerkirina bi darê zorê ji beriya çend salan ve tune ye, lê şerê li herêmên me rê dide ku em vê yekê qanûnê ragihînin, da ku parastina destkeftiyên şoreşê û mafên welatiyan bikin, ji ber ku ev erkeke exlaqî ye."

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê jî wiha got: "Piştî rêgez û prensîbên ji encamên gelek komxebatan hatin encamdan, biryar hate dayîn ku rêjeya jinan a di beşên aboî, siyasî û civakî de were misogerkirin, ji ber ku ev rêya herî guncaw a ber bi demokratîbûnê ve ye, Em hêvî dikin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe dergehê çareseriya dosyaya Sûriyê.”

Endamê rêxistina Mary Fatih Qendîl jî îşaret bi armanca vê civînê kir û got: "Ev werşe encama 6 werşeyên berê ye ku hatine lidarxistin û tê de 11 mijar hatine nîqaşkirin. Piraniya wan têkildarî azadiyên giştî û helwesta siyasî ya Rêveberiya Xweser a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, her wiha ji bo perwerdekirinê girîngiyê dide kesên kêmî 12 saliyê."

Qendîl wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Armanca vê rûniştinê ew e ku beşên beşdarî diyalogên hevpeymana civakî nebûne, werin beşdarkirin û em bigihêjin rêgez û pêşniyaran da ku em bi komîteya erkdar a Rêveberiya Xweser re nîqaş bikin.”

(eh)

ANHA