Li Şamê li dijî hêzên hikumetê êriş

Vê sibehê du mayîn bi erebeyeke hêzên hikumeta Şamê ve ya li ser “Pireya Reîs” a li navarasta paytexta Sûriyê Şam, teqiyan. Hate ragihandin ku kuştî û birîndar hene.

Li Şamê li dijî hêzên hikumetê êriş
20 cotmeh, 2021   05:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sana ya fermî diyar kir ku dema erebeyek leşkerî di pireya Reîs a li Şamê re derbas dibû, du mayîn pê ve teqeiyane.

Li gorî Sana`yê, di “teqîna terorîst” de hejmareke kuştî û birîndar çêbûne û yekîneyên endeziyariyê mayîneke sêyemîn a li heman cihî hatibû çandin, bê bandor kiriye.

Malpera Rûsya Today jî got di teqîna li navarasta Şamê de 13 kes hatine kuştin.

(cx)