Li bajarokê El-Kesra zarokekî serjêkirî hate dîtin

Şêniyan li bajarokê El-Kesra yê gundewarên rojavayê Dêrazorê cenazeyê zarokekî serjêkirî dît.

Li bajarokê El-Kesra zarokekî serjêkirî hate dîtin
19 cotmeh, 2021   20:37
DÊRAZOR

Çavkaniyên herêmê ji ANHA`yê re ragihand li bajarokê El-Kesra yê gundewarên rojavayê Dêrazorê cenazeyê zarokekî serjikirî hate dîtin.

Li gorî çavkaniyan, temenê zarok nêzî 5 salî û zêdetirî hefteyekê miriye. Her wiha hate gotin nasnameya zarok hê jî nehatiye naskirin û lêkolîn ji aliyê aliyên ewlehiyê ve didome.

(bx)

ANHA