Lavrov: Heger Talîban sozên xwe pêk neyne, em îtîrafê bi hikumetê wê nakin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov da zanîn ku heger Talîban sozên xwe yên ku beriya bighêje desthilatê dane bi cih neyîe, Moskova hikumeta wê bi fermî nas nake.

Lavrov: Heger Talîban sozên xwe pêk neyne, em îtîrafê bi hikumetê wê nakin
19 cotmeh, 2021   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Sergey Lavrov beriya danûstandinên li Moskovê ku dê şandeya tevgera Talîbanê amade bibe got, ji nava sozan avakirina hikumeteke cur bi cur e ku tê de etnîkên efganî yên cuda hebin.

Tê payîn ku sibe li Moskovê civînek were lidarxistin û tê de şandeyên 10 dewletan di nav de tevgera Talîbanê amade bibin. Ew civîn dê di çarçoveya civînên "Forma Moskovê" de were lidarxistin û dê rewşa welat, krîza mirovahî û avakirina hikumetekê ji tevahî etnîkan werin gotûbêjkirin.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di civînê de wê rewşa leşkerî û siyasî ya li welat were nîqaşkirin.

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Talîbanê roja înê ragihandibû ku dê şandeyekê Talîbanê di vê civînê de beşdar bibe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Talîbanê Ebdulqehar Belxî wê demê bi twittekê gotibû, cîgirê serokê hikumeta demkî Ebduselam Henefî wê serokatiya şandeyê bikin.

Serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn meha borî ragihandibû ku hikumeta Talîbanê ya demkî ne giştî ye û nûnertiya tevahî aliyên li welat nake, pêdiviya wê bi xebatekê heye.

Pûtîn da zanîn ku divê xebat bi Amerîka û dewletên dîtir re were kirin ku cemidandina pereyên Efganistanê were rakirin.

Mijara terora li Efganistanê, Moskovê gelekî bi fikar dike, nexasim jî di vê dawiyê de rêxistina DAIŞ’ê li wîlayeta Xarasanê sivîl hedef girtin.

(fr)